Erdogan sibê bi ‘aqilmendan’ re tê cem hev

Erdogan sibê bi ‘aqilmendan’ re tê cem hev

Pêvajoya li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 21’ê Adarê de dest pê kir û yek ji şertan avakirina ‘Komîsyona Aqilmendan’ bû, navê kesên ku têde cih bigire di çapemeniyê de cih git. Li gorî rojnameya Radîkalê  serokwezîrê tirk Recep Tayîp Erdogan dê sibê bi komîsyona Aqilmedan ku gelek rojnameger û hunermend têde cih digire bê cem hev.

Li gorî rojnameya Radîlalê di lîsteya ‘Komîsyona Aqilmendan’ de ji qada hunerê kesên navdar yên wekê ‘Kadîr Înanir, Turkan Şoray, Hulya Koçyîgît, Hulya Avşar, Yilmaz Erdogan, Lale Mansur’ cih digirin. her wiha hat hînbûn ku Sezen Aksu jî  pêşniyara ku çûye ji wê re, bi ber fikara ku dê bibe ‘magazînî’ şûnde vegerandiye.

Her wiha destnîşan ki ku Komîsyona Aqilmendan li 7 herêman,  ji 7 kesan pêk tê û bi giştî 49 kes tê de cih digirin.

 Tê destnîşan kirin ku gelek kesên ku pêşniyar bo wan hatiye kirin, qebûlkirine.

Haber Turkê da zanîn ku bi taybet li ser van kesên pêşniyar ji bo wan hatiye kirin, hatiye rawestandin û got ev nav aliyên cuda yên civakê didin nîşdan. Haber Turkê got di lîsteyê de ligel kurd, ereb, jinên turbanî û gayrîmuslum jî hene.

Navê kesên ku teqez dê di komîsyonê de cih bigirin wihane;

Serokê  KONDA Tarhan Erdem, Akademîsyen Huseyîn Yayman, rojnameger Avnî Ozgurel, Rojnameger Alî Bayramoglu, nivîskar Sîbel Eraslan, Rojnameger Hîlal Kaplan, Prof. Dr. Hayrettîn Karaman, Prof. Dr. Mîthat Sancar, Rojnameger Etyen Mahçupyan, Dîrektorê SETA Yılmaz Ensarioglu, Nivîskar Oya Baydar, Prof. Denîz Ulke Aribogan, Rojnameger Oral Çalışlar , Nivîskar Murat Belge, serokê giştî yê Weqfa Cemê  Îzzettin Dogan, Prof. Dogu Ergîl, Rojnameger Ahmet Taşgetîren, Prof. Erol Goka, serokê TOBB Rifat Hîsarciklioglu û  seroka lijneya Rêveberiya Dogan TV Holdîng Arzuhan Dogan Yalçindag.

Hate hînbûn ku Erdogan sibê êvarê bi kesên ku di komîsyonê de cih digirin re bê ce hev û hate hînbûn ku sekreteriya komîsyonê dê Musteşariya Ewlehî û Sererastkirinê ya Cemawerî organîzasyona wê bike.  Her wiha lêçûnên endamên komîsyonê jî dê ji aliyê saziyê ve bê dayîn.