‘Erdogan li pey serkeftineke demkî ye’

Rojnameger Îskender Bayhan got ku Erdogan ji ber ku di navbera emperyalîstên rojava û rojhilat de qadeke nuh a manevrayê bike bi dest xistiye li ber endambûna NATO’yê ya Swêd û Fînlandiyayê radibe lê bidestketiyên Tirkiyeyê ne mayînde ne.

Piştî şerê serweriyê yê li Ûkraynayê berdewam e, Swêd û Fînlandiyayê serî li endamtiya NATO’yê dan. Lê bele Tirkiyeyê aşkera kir ku ew ê ji endamtiya van welatan re bibêje na. Tiştê ku Serokkomarê AKP’yî Tirk Recep Tayyîp Erdogan wek sedem got jî ew e ku ev Swêd û Fînlandiya mafê penaberiyê dide kes û kûsên di nezera Tirkiyeyê de “terorîst” in.

Rojnameger Îskender Bayhan jî destnîşan kir ku Tirkiye bi tenê ji ber sedemekê îtiraz nake. Ji ber îhtimala ku wê êrîşê Sûriyeyê bike ji bo krîza bi DYE’yê re ji aliyê leşkerî ve sererast bibe û wek ku ew jî dibêje; bi hinceta “teror”ê di siyaseta navxweyî de xwe xurt bike.

Em bihên serê meseleyê; Erdogan çima li ber bûna endamê NATO’yê ya Swêd û Fînlandiyayê radibe?

Ravekirina sedema rabûna Tirkiyeyê li ber endamtiya NATO’yê ya Swêd û Fînlandiyayê bi hewcedariyên Erdogan ên polîtîkaya navxweyî û ji der ve mimkûn e. Erdogan, karîgeriya NATO’yê çawa ye, erk çi ne, wê çi çawa asteng bike, çiqas dest tê werbide dizane.

Tirkiye pê dizane dawiya dawîn, dibe ku bi awayekî neçarê qebûlkirina serlêdana endamtiyê ya ji bo NATO’yê ya Swêd û Fînlandiyayê bibe. Lê bi giştî hewil dide ku hem hevsengiyên heyî yên li Tirkiyeyê (di serî de ji bo hilbijartinê, ji aliyê têkiliya cihê xwe yê di nav desthilatdariyê de û hêzê ve) hem jî ji aliyê hesabên li herêmê bi qasê ku bibe bi xêr û bike.

Lê çawa?

Erdogan polîtîkaya xwe ya ji der ve tim bi awayê ku ji nakokiyên emperyalîzma rojava û rojhilat karê bike siyasetê dike. Di serî de Rûsya û Çîn, hem navendên hêzên emperyalîst ên rojhilat hem jî li rojava di serî de DYE û Yekîtiya Ewropayê, navendên hêzê yên empertalîst ên rojava, ji bo di nav arîtmetîka parkirina herêmê de bigihîjin armanca xwe siyasetê dikin. Erdogan jî ji ber ku siyaseta xwe li ser wergirtina sûdê ji nakokiyên wan û bi vî awayî pozîsyona xwe xurt bike niha jî hewil dide ku vê yekê ji xwe re bike fersend.

Heke mirov bi vî çavî li derketina li dijî endambûna NATO’yê ya Swêd û Fînlandiyayê binihêre mirov dikare gelek tiştan bibêje. Yek jê, polîtîkaya Sûriyeyê ye. Jixwe daxuyaniyeke nuh da, got ku ji bo temamkirina karê wan ê nîvco maye wê tevbigerin. Peyameke din a êrîşkirinê jî da. Di serî de, di polîtîkaya Sûriyeyê de, ji aliyê têkiliyên xwe yên bi emperyalîzma rojava re li keysa xwe digere. Ji bo li wir bibe xwedî cihekî jixwe hêviyên xwe bi aşkerehî dibêje.

Armanc avakirina cih bi cih kirina jê re dibêje herêmeke bi ewlehî ya li bi 20-30 km’yan li ser sînorê Sûriyeyê û xwe xilaskirina ji pirsgirêka koçberî û penaberan a din av xwe de ye. Vê yekê jî bi projeya avakirina 200 hezar xaniyan ji milyonek penaber re dixwaze bike. Li wê herêmê bi taybetî bi destwerdanên leşkerî yên salên 2014-2015an jixwe herêmine xistine bin kontrola xwe hene. Ew maye ku polîtîkaya xwe ya bicihkirinê û hebûna xwe ya li herêmê rewa bike.Lewma endamtiya  NATO’yê ya Swêd û Fînlandiyayê jî dike meseleya bazariyê.

Vê bazariyê bi Rojava re nake?

Helbet. Bazariyê bi taybetî bi DYE û endamên NATO’yê yên giraniya xwe hene re dike. Ji wergirtina piştgiriyê wisa dike. Heke kes piştgiriyê nede jî ji bo ku li vê polîtîkayê bikare dewam bike, dike. Bi wergirtina sûdê ji wan nakokiyan, gava minaqeşeyan hewil dide ku ji xwe re bike fersend.

Ya Duduyan a bi ya min ya herî giring e; Erdogan, bi taybetî di polîtîkayên Tirkiyeyê yên têkildarê herêmê û Pirsa Kurd, di demên dawîn de jî di ser mijara rêxistinên terorî yên kokteyl ên piştî hewildana derbeyê ya 15ê Tîrmehê ava kirin û FETO’yê re hewil da ku NATO piştgiriya wî bike.

Ambargoyên cur bi cur ên Fînlandiya û Swêdê yên li ser Tirkiyeyê hene. Bi ya Tirkiyeyê, Swêd û Fînlandiya piştgiriya terorê dikin. Li ser van mijaran dibêje hema ez çi ji wan bigirim kar e. Ketiya pey girtina hin tawîzan ji bo xurt kirina îtbariya xwe û tawîzine di operasyonên siyasî de.

Wek çi?

Dibêje ku di polîtîkayên xwe yên navxweyî de di hin mijaran de gav bi Swêd û Fînlandiyayê bide avêtin, bike ku hin kesan bişînin Tirkiyeyê ya jî bike ku ew kes nekarin ji cihê xwe bilebitin, ji vî aliyî ve jî dibêje ku belkî tiştekî bi dest bixe. Û vê di polîtîkaya xwe ya navxweyî ya Tirkieyê de ji bo xwe dike navgînê kirina propagandayê.

Mijara sêyemîn jî; ez dibêjim krîza di nav NATO’yê de ya bi DYE’yê re. Tirkiyeyê pêdiviyên xwe yên leşkerî bi projeyên leşkerî yên din av NATO’yê de pêşwazî dike. Di serî de F16, krîza S400an jî heye. Dixwaze huqûqa xwe ya li van deran nuh bike. Û wiha dibêje: ‘’Ez, perçeyekî bloka Rojava ya bi pêşengiya DYE’yê me lê we di van mijaran de piştgiriya min nekir. We bersiv nedan ji bo daxwazên min. Nexwe ez jî piştgiriya polîtîkayên we nakim. Em vê mijarê cardin li ser maseyê biaxivin.’’

Ji xeynî van, pirsgirekeke xwe ya bi cidî ya darayî heye. Divê xwe di teknolojiya leşkerî de jî nuh bike. Ji aliyê pîşesaziya parastinê ve pêngavên cidî yên Tirkiyeyê jî hene. Ji bo ku ev di bin banê NATO’yê de bihên qebûlkirin jî bazariyê dike.

Mirov dikare tiştên din ên pratik jî yek bi yek bibêje. Bo nimûne; pêdiviya Tirkiyeyê bi sermiyanekî cidî yê biyanî yê giranî ekonomîk û çavkaniya ji der ve heye. Bi cidî li van yekan digere lê di livevkirina li ser wan de pirsgirêkên xwe yên cidî hene. Çend berjewendiyên xwe yên bi vî rengî hene tê de lê gava mirov bi temamî lê binihêre, di encamê de siyaseteke xwe ya xizmetê ji gelên herêmê, gelên Tirkiyeyê û aştiya cîhanê re

Te jî got; Tirkiye hêj jî bi wergirtina sûdê ji nakokiyên navbera hêzên emperyalîst dikeve hewila kirina manevrayên pê pozîsyona xwe ya aborî û siyasî xurt bike. Di vê rewşê de cihekî pê manevra bike dît, ku te got ku yek ji van Sûriye ye. Em bibêjin bloka rojava di ber endamtiyê de Tirkiyeyê qanihê erêkirinê kir û Tirkiye jî ket Sûriyeyê. Wê Tirkiye îcar bi erêkirinê, Rûsyayê nehêne hemberê xwe? Serweriya qada li Sûriyeyê jî di destê Rûsyayê de ye. Bo mînak; Wezareta Karê Derve ya Sûriyeyê jî got ku ev der ne axa Tirkiyeyê ye ji bo vê projeya TOKI’yê ya behsa wê tê kirin. Encamên vê senaryoyê wê çi bin?

Ji aliyê têkiliyên navneteweyî ve jî di serî Tirkiyeya li herêmê, ji aliyê dewletên hêza xwe bipêşde ne jî problemeke xwe ya wiha hene: Li wê dere, polîtîkayeke bi fiîlî ya li peymanên li ser kaxizan ên berê û protokolên berê nahê berdewam e. Erê, ne hebûna Rûsya-Îranê li Sûriyeyê, ne hebûna leşkeri ya DYE’yê li hin herêmên bakurê Sûriyeyê asayî ye ne jî birêvebirina çar pênc bajaran bi walîtiyên wek Riha, Hetay û Dîlokê ya Tirkiyeyê rast e.

Ev jixwe ji aliyê huqûqa navneteweyî ve jî û ji aliyên têkiliyên navneteweyî ve jî, berovajiyê platform û metnên nivîskî ne. Ji ber ku parbûna herêmê bi fiîlî ye guherîna hevsengiyan û ya qadan jî bi fiîlî çêdibe. Xwe nêzê DYE’yê bike wê pirsgirêkên wê bi Rûsyayê re pir bibin, xwe nêzê Rûsyayê bike wê pirsgirêkên wê bi DYE’yê û emperyalîzma rojava re zêde bibin û ev tişt diqewimin. Ev siyaset ji ber ku pir teng bûye qadeke nuh a tevgerînê niqaşa NATO’yê ye.

Gelo, wê di vê de çiqas serkeftî bibe?

Em nikarin bibêjin ku wê bi ser nekeve. Çimkî her car maseyek ava kiriye. Armancên bûrjûwaziya Tirkiyeyê yên li herêmê û têkiliya bi bûrjûwaziya Rûsyayê re ya jî hedefên bûrjûwaziya DYE’yê û yên bûrjûwaziya Rojava ji xwe li ser parkirina ji nû ve ya wê erdnîgariyê ye.

Ew jî li wê erdnîgariyê ji aliyê têkiliyên xwe yên nebiserêxwebûnê ve, siyaseta ku pê xurt bibin û di têkoşîna kirina bandora li ser wir de pozîsyoneke sûdewartir bi dest bixin dikin. Me berê jî pratika vê yekê dît.Yanê neyekser dem bi dem qadan vedike. Lê helbet sînorekî vê jî heye. Niha bi ya min her ku diçe Tirkiye li Sûriyeyê bêhtir tê hemberê Rûsyayê û rêveberiya Sûriyeyê.

Heke bikare milyonek penaber bi 200 hezar xaniyan li wê herêmê di nav sînorê 30 km’yî de bi cih bike jî ya giring ew e ku wê ev yek dewam bike ya na. Ev jî bi çi ve girêdayî ye? Hikûmeteke din a wek Erdogan li Tirkiyeyê li vê polîtîkayê dewam bike wê bikare li desthilatdariya xwe dewam bike;Rûsya û Sûriye wê ji vê re çiqas bibêjin erê û ev rageşî we rê li ber şerekî bi aşkerehî vebike ya na.

Gelek caran hindik ma ku Tirkiye û hikûmeta Sûriyeyê û Rûsya bi hev û din bikevin. Kes nikare bibêje ku wê ev rê li ber pevçûnê veneke. Le hem biserketin hem jî biserneketin demkurt in. Îro di siyasetê de û bi taybetî di parkirina herêmê ji nû ve de biserketinên demkî û dirêj hene. Li ser nebiserketinê tu siyaset nayê kirin, nayê minaqeşekirin. Li ser biserketinên û nebiserketinên konkonktureltir siyaset tê kirin. Bo nimûne; heta ku minaqeşeya dest werdana di Sûriyeyê bide, li statuyê dewam bike, milyonek penaber bi 200 hezar xaniyan li Sûriyeyê vegerîne hingê ev dibe serkeftin. Lê ev di siyaseta navxweyî de dibe serkeftin. Hem jî difikire ku li wir bêhtir qewîn dibe.

Ev serketin li ser qewimîna pevçûn û pirsgirêkên mezin nabe serketineke demkî?

Bi ya min her serketineke li vir hatiye karkirin, serketineke Pîrûs e. Lê ev serketin, ji aliyê gelên herêmê ve jî û ji aliyê hevsengiyên li herêmê ve jî, ji bo dewlet, rêvebirî ya jî hikûmetên hevkar ên bipêşdeçûyî yên mezin ên bibin xwediyê mafê axaftinê li ser vê herêmê, ne serketineke demdirêj a  ‘’hevsengî çêbû’’ ye. Ya rast mirov jê re bibêje ‘’destketin’’ên bi pênc mehan, bi şeş mehan, bi salekê du salan çêtir e.

 Heke em van wek serkeftin bibinin; em bibêjin Swêd û Fînlandiyayê tiştên diyar rakirin; hin ambargoyên ji aliyê leşkerî ve danîne ser siyasetkarên Tirkiyeyê rakirin; dibe ku Tirkiye van di nav gel de wek danavêtina gav bi paş de nîşan bide û wek serketineke mezin bazar bike û paşê jî endamtiya NATO’yê ya Fînlandiya û Swêdê qebûl bike.

Bo nimûne, em li têkiliyên wê yên Siûdî Erebistanê yên ji nêz ve yên dîrokî biniherin. Ji Siûdî Erebistanê ve çawa çêbû? Girtina dosyeya kuştina rojnamegerekî ku li Tirkiyeyê bi rê ve diçû û dana Siûdî Erebistanê ya dosyeyê jî bû şertê çûn û neçûna wê derê ya Erdogan. Siûdî Erebistan bi fermî wiha got: ‘’Bêyî vê dozê tu nikarî werî Siûdî Erebistanê.’’ Bi dosye çû. Niha têkiliyên wê yên Siûdî Erebistanê re ya jî danîna peymanên nuh ên bazigraniyê bûye ‘’serketin’’eke mezin.

Derket holê ku tiştê tişta dixwest bi dest nexîst têkiliya dil dikir nekarî deyne.

Helbet ew jî dewam bike neke ne diyar e. Heke em ji aliyê polîtîkayên herêmî yên vê serdemê û rageşî û pevçûnên polîtîk ve li aştiya li herêmê ya gelan, pîvanên jiyanê yên bi hev re bi wekhevî biniherîn û bifikirin em jixwe tu serkeftinê nabînin.Pîvanên serkeftinê ne ev in. Lê gava mirov ji aliyê parkirina herêmê ji nû ve ya hêzên emperyalîst û bi hevsengiyên di navbera hêzên herêmî yên li vir çi diqewime biniherin dibe ku mirov jê gelek serketin û neserketinan derbixe. Heke em bi wî awayî bifikirin; Erdogan li pey serketineke demkî ye. Ji bo serwerî û polîtîkaya xwe li pey biserketineke konjonkturel e. Pîvana wê jî wek ku me di serî de got di nav çend xalên bingehîn de ye. Heke li wan deran tiştekî bi dest bixe, ew ê bibe serketinek. Nexwe ji xêra gelan re tu polîtîkayek li rastê nîn e. Ji roja ku NATO ava bûye heta bi niha, di serî emperyalîzma DYE’yê tifaqeke wisa ye ku li gor tewereya lîdertiya kapîtalîzma rojava hatiye avakirin. Ji wê boneyê biserketin ya jî nebiserketina di tiştekî wiha de ji ber ku tu xêra xwe ji bo gelan nîn e nirxandinên li ser derketina ji NATO’yê jî bi ya min gelek bi qîmet in.

Me behsa sedemên rabûna Tirkiyeyê li ber endamtiya Swêd û Fînlandiyayê kir. Em li ser îhtimal û encamên Tirkiye ji endamtiyê re bibêje erê û jê re bihê gotin ku dikare bikeve Sûriyeyê jî axivîn. Lê aliyê DYE’yê yê vê rewşê jî heye. Heyî ku DYE’yê Rûsya ev qas tengav kiriye gelo wê bihêle ku Tirkiye vê maseyê û qade vebike? Ya jî daxwazên wê tavilê wê bi cih bihên anîn? Îhtimalên li ser vê çi ne?

Bi ya min, DYE ji aliyê gavên ku wê biavêje heta ku mijara hikûmetê ya li Tirkiyeyê çareser bibe wê xwe giran bike. Lê gava Erdogan jî minaqeşeya mijara Fînlandiya û Swêdê û nirxandina minaqeşeyên di polîtîkaya navxweyî de kirin tiştek bi aşkerehî got: ‘’Li Tirkiyeyê bi pey hevkarekî nû nekevin. Bi min re bimeşin, hûn nikarin bi van re bimeşin.’’

Bi vê, feraseta Cuneyt Zapsû ya ‘’Ji holê ranekin bi kar bînin’’ ya demekê hat bîra min. Erdogan bi dîplomasî ya jî bi nermî got ku bi min re şer nekin, ji milên wê hat hem min biparêzin hem jî bi kar biînin. Ji aliyekî ve jî dibêje ku mafê min ê ez ji van hevsengiyan sûdê werbigirim asteng nekin.

Emperyalîzma DYE’yê jî heta ku bi nîqaşên wê pirsgirêka hikûmeta li Tirkiyeyê çawa çareser bibe nebine dibe ku li vê pêvajoyê bi helwesta xwe ya niha dewam bike. Helwesta wê ya îro çi ye? Bendewariyên min hene, tu yê di warê van bendewariyan de helwesteke aşkere nîşan bidî. Ez ê jî hingê bi aşkerehî piştgiriya te bikim. Heke tu wisa nekî pirê hêza xwe ya ji min ya jî ji NATO’yê digirî êdî nikarî bigirî.

Wek encam; li ser temamê sînorên Tirkiyeyê, ji Rojhilatê Behra Reş bigire heta bi wî sînorê bejahî yê başûr, ji Behra Spî heta bi Egeyê ev erdnîgarî ne ji bo Erdogan ya jî dewletên paşverû yên li herêmê, ne ji bo hêzên herêmî, ji bo hemû hêzên esas ên di nav pergala emperyalîst de jî bûye qada têkoşîna kirina bandorê li ser. Tev cihên pevçûnê ne. Behra Reş jî, Ege jî û Behra Spî jî qadên nû yên parkirinê ne.

Em li ser biteşebûna ji nû ve ya cîhanê diaxivin. Em behsa erdnîgariyeke îhtîmala şerekî nuh ê cîhanê zêde bûye dikin. Tu kes li aramiyê nagere. Berovajiyê wê her kes polîtîkaya xwe ferz dike. Ji ber vê yekê, li erdnîgariyeke wiha mirov ji binî ve îtirazê vê polîtîkayê dike. Ya ji mirov heta di nav vê polîtîkayê de bi mirov bibe mirov avjeniyê dike. Nûnêrê desthilatdar ê niha yê bûrjûwaya Tirkiyeyê Erdogan jî bi gêrkirin hewil dide ku avjeniyê bike.

Ji wê boneyê li erdnîgariyeke wiha êdî em vî tiştî naaxivin: Em li ser cîhaneke ku hatiye heta bi dawiya sedsala 21emîn, cîhan ne ew cîhana hevsengiyên piştî şerê Cîhanê yê Duyemîn ya jî bi belavbûna Glasnost û Yekîtiya Sovên salên 1990î ava bûne ye.

Lewre bi tenê alternatîfekî vê heye: Ya mirov wê li vê herêmê bi her kesî re li hev bibe ya jî polîtîkayeke emperyalîst, ya mirov wê ji bo berjewendiya gelan rêya polîtîkaya ji der ve vebike ya  jî mirov wê tiştê jixwe îro heye bike. Ji wê boneyê mirov ji binî ve li ber vê siyasetê ranebe mirov nikare bi polîtîkayeke rasyonel rabe. Çimkî rewşeke nerasyonel heye. Şansê me yê di vê rewşê de em ji xistina bi dest a berjewendiyên herêmî û peyde kirina sûdeya ekonomîk fahm bikin nîn e. Şansê ku em tê de serkeftinê jî bibînin nîn e.