Erdogan ji bo 'pêvajoyê' bi serkanên xwe re civiya
Erdogan ji bo 'pêvajoyê' bi serkanên xwe re civiya
Erdogan ji bo 'pêvajoyê' bi serkanên xwe re civiya
Piştî hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi şandeya çaremîn a BDP’ê re, Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan bi serkanên xwe re ji bo “pêvajoyê” civînek bi qasî 4 saetan pêk anî.
Şandeya BDP’ê ku ji Hevserokê Giştî yê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Cîgira Serokê Koma BDP’ê Pervîn Buldan û Parlementerê BDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder pêk dihat çûn Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Piştî vê hevdîtinê liv û tevgera dîplomasî ya li Enqereyê zêde bû.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan piştî vegera şandeya BDP’ê ji Îmraliyê, bi serkanên xwe re li Navenda Fermî ya Serokwezaretê civiya.
Alîkarên Serokwezîrê Tirk Bulten Arinç, Beşîr Atalay, Bekîr Bozdag, Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn, Wezîrê Navxweyî Mûammer Guler û Rawêjkarê MÎT’ê Hakan Fîdan amade bûn.
Hat diyarkirin ku di civînê de ku çar saetan ajot, Erdogan bi serkanên xwe re pvaêjoya çareseriyê ya ji aliyê Ocalan ve hatiye destpêkirin, gotûbêj kir.