Erdogan got li Şemzînanê 4 leşker mirine
Serokkomarê Tirk Erdogan got di teqîna Şemzînanê de 4 leşker mirine û 20 leşker birîndar bûne. Jêderên xwecih jî dibêjin zêdetir leşker mirine.
Serokkomarê Tirk Erdogan got di teqîna Şemzînanê de 4 leşker mirine û 20 leşker birîndar bûne. Jêderên xwecih jî dibêjin zêdetir leşker mirine.
Rayedarê dewleta Tirk hijmara leşkerên ku di teqîna qereqolê de, ya li herêma baregeha Sungu Tepe ya gundê Ortaklar a Rûbarokê veşartin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirk duh bi daxuyaniyekê ragihand ku 7 leşker winda ne û 25 birîndar in.
Serokkomarê Tirk Erdogan îro bi daxuyaniyekê diyar kir 4 leşker mirine û 20 leşker birîndar in.
Jêderên xwecih dibêjin zêdetir leşker mirine.