‘Erdogan gav bi gav faşîzmê bisazî dike’
Rojnamevan Ergûn Babahan û Fehîm Işik, pêşketinên dawî yên ku AKP dijî ji ANF’ê re nirxandin.
Rojnamevan Ergûn Babahan û Fehîm Işik, pêşketinên dawî yên ku AKP dijî ji ANF’ê re nirxandin.
Rojnamevan Babahan diyar kir ku werîsê DaVûtoglû ji aliyê Erdogan ve hat berdan. Rojnamevan Işik jî got Erdogan gav bi gav faşîzmê bisazî dike, destnîşan kir ku divê têkoşîna antîfaşîzmê bê meşandin.
Serokwezîrê Tirkiye û Serokê Giştî yê AKP’ê Ahmet Davûtoglû bi fermana Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ve biryara kongreyê girt. Davûtoglû îro da xuyakin ku di kongreyê de wê nebe namzet.
Rojnamevan Ergûn Babahan û Fehîm Işik, pêşketinên dawî yên ku AKP dijî ji ANF’ê re nirxandin.
BABAHAN: ERDOGAN WERÎSÊ WÎ KIŞAND
Ji nivîskarên rojnameya Fikrên Azad (Özgür Düşünce) Ergûn Babahan wiha got: “Ya ku tê dîtin, dawî li peywira Davûtoglû anî.”
Babahan diyar kir ku di navbera Serokkomarê Tirk û Serokwezîr Ahmet Davûtoglû de, beriya ku Davûtoglû bibe Serokê Giştî yê AKP’ê peymaneke bi devkî hatiye kirin. Babahan wiha anî ziman: “ Davûtoglû kete xefleta hêzê, ji peymanê poşman bû. Li ser Ewropayê re xwest ku Erdogan bixin xefkê, bi hinek rêxistinan re hin tayîn kirin. Erdogan xwedî polîtîkayeke tecrûbeyan ê bi salan e. Gelek xebatkar, pir bi hêrs in û werîsê Davûtoglû kişandin. Davûtoglû ne îstifa kir. Ji aliyê Erdogan ve dawî li peywira wî ya Midûriyeta Giştî hat. Davûtoglû dixwaze xwe nêzî aliyê bi hêz bike. Erdogan, ji ber îdîayên nelirêtiyê ku wî û malbata wî xistiye, her ku çû kete nava fikaran û hêz winda kir. Rewşa daraz û medyayê li holê ye. Serokkomar tiştên ku ne karê wî ne jî dike. Mînak; di Qesrê de li gel wekîlên AKP’ê dicive. Çima van hevdîtinan dike? Ev derveyî Destûra Bingehîne. Ti kes vê napirse? Ji ber ku her kes ditirse. Tirkiye her ku diçe vedigere dema Abdulhamît û Komarbûyîna yek partî û zilamiyê.”
Li ser pirsa ji niha û şûn de wê “Davûtoglû çi bike” jî Babahan wiha axivî: “Li gorî hinek îdîayan, sempatîzanin Davûtoglû û Erdogan nêzî hev in. Ez nizanim ev agahiyekî çiqas rast e. Lê, dixwaze medyaya xwe bi xwe ava bike. Rê nedan ku bikeve RHT’yê jî. Bi awayekî fînansî pişgirî jî nekir. Di medyayê de hêza wî nîne. Tenê yê ku piştgirî bike sermayeya Anadolûyê ye, lê ew jî piştî operasyonên li hember cemaetê wê çiqas cesaretê bibîne ku piştgirî bike nediyar e. Ez di wê baweriyê deme ku ya ku Abdullah Gul nekirî wê Davûtoglû qet neke.”
Li ser pirsiyara, wê kî li şûna Dawûtoglû cih bigire jî Rojnamevan Babahan wiha got: “Pir ne girîng e bê ka kî wê cihê Dawûtoglû bigire. Her kesê ku fermanên Erdogan bêyî lêbipirse dikare kar bike. Ji ber ku kesê were wê ne weke serokê giştî yê partiyê be, weke midûrê giştî kar dike.”
IŞIK: TÊKOŞÎNA ANTÎFAŞÎST ŞERT E
Rojnamevan-Nivîskar Fehmî Işik desnîşan kir ku qirîza di nav AKP’ê de tê jiyîn ji kevin ve heye û wiha axivî: “Erdogan cara yekem pêşiya Abdulah Gul girt. Piştî dît ku nikare kontrol bike, neçar ma ku partiyê radestî yekî din bike. Ji bo sîstema Serokatiyê enceq yekî ku li ber wî xwe bitewîne dikare pêk were. Diyar dibe ku Davûtoglû ji bo armanca Erdogan ne kesekî kêrhatiye.”
Işik diyar kir ku Erdogan ji bo sîstema Serokatiyê welat ber bi şerekî mezin ve dibe. Işik wiha anî ziman: “Erdogan ê ji bo sîstema Serokatiyê welat ber bi şer û qirîzekî mezin ve dikêşe, di vê rêyê de dixwaze li gel yekî wisa bimeşe. Li şûna ku di rê de bihêle, li gel kesekî ku bîat bike bimeşe. Ya ku niha Erdogan bike tenê yekê wisa bibîne ku biat bike. Ji bo kesekî wisa jî ya ku niha xuya dike dibe hilbijartineke pêşwext be. Dixwaze lihevhatineke biçûk di parlementoyê de bibe xwedî hêza herî zêde. Li gorî hesabên xwe wisa difikre ku HDP’e û MHP’e di bin benda hilbijartinê bixin. Ev gava ku ji bo desthilatdariyê teqez e, Erdogan ji vê gavavêtinê xwe nade paş. Bi taybet di aliyê destlênedayîna parlamenteran de CHP pasîf kir û bi ser xist. Gavên Erdogan gav bi gav faşîzmê bisazî dike. Yên ku di vî welatî de têkoşîna aştî û demokrasiyê dikin, divê enîya antîfaşîst mezin bikin.”