Erdogan dîsa heqaret û gef li Barzanî kir

Erdogan, heqaret û gef xwe yên li Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî didomîne.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan, bi kesên nenas ên weke ‘Rûspî’ binav kir ku ji Başûrê Kurdistanê kom kir di civîna li gel wan de axivî. Erdogan ên ji ber pêkanîna referandûmê nerazîbûn nîşanî Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî da wiha got: “Tu dewletekê bi rê ve dibî. Dewleke ya eyaletê jî be, dewletkê bi rê ve dibî. Wê sînorên te jî, qada hewayî jî bên girtin, tu wê niha çi bikî? Ev çi şêwazê rêvebirinê ye. Hê ji serî ve te winda kir.”

Erdogan got: “Referandûma tê gotin sedemeke, lê ne encam e. Encam ya ji niha û şûn ve ye. Kar li vir bi dawî nebû, tenê ji nû ve destpê kir. Kantonên li Bakurê Sûriyeyê tên kirin jî parçeyek ji vê planê ne.”

 ‘WÊ SÎNOR JÎ BÊN GIRTIN’

Erdogan têkildarî ambargoyên ji aliyê Îran, Iraq û ji aliyê wan ve li ser gelên Başûrê Kurdistanê û PDK’ê ku referandûmê weke hincet dide nîşandan jî heqaretên xwe wiha domand: “Ji aliyekê ve Îran, ji bakur ve Tirkye, ji başûr ve rêveberiya Iraqê, ji rojava ve jî Sûriye. Tê çi bikî? Tu wê biçî kû? Wê hemû qadên firînê yên hewayî jî bên girtin,firîn ji xwe hate qedexekirin. Di demeke nêz de wê sînor jî bên girtin. Tu wê çawa ketin û derketina welat pêk bînî? Yê ku dewletekê bi rê ve dibe, rêveberiyek mîna zarokan dike? Te nedikarî muçeyên karmendên xwe bidî, hatî gel me. Di dema serokwezîrtiya min de kirêdiyek bihayê 2 milyon dolar hate birîn. Digot; ‘Ev xeyalê zarokatiya min bû.’ Rûne cihê xwe.”

Erdogan ji bo Barzanî got: “Te Yahûdî girtiye aliyê xwe, kê ev qail daye te? Tenê li pişt te Îsraîl heye. Li aliyê xwe yê rastê jî Wezîrê Karê Derve yê berê yê Fransa girtiye, li aliyê te yê çepê jî Yahûdiyek din girtiye û li gel wan li ser mêze kar dikî.”