Erdogan: Dibe Meclis zû vebe
Erdogan: Dibe Meclis zû vebe
Erdogan: Dibe Meclis zû vebe
Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan dema ku ji nimêja cejnê ya Stenbolê derket da diyarkirin ku, li ser paketa demokratîkbûnê dixebitin û got: “Dibe meclis zû vebibe”.
Piştî ku Erdogan ji nimêja cejnê ya Mizgefta Suleymaniye derket, daxuyaniyek da çapemeniyê û da diyarkirin ku ew li ser paketa demokratîkbûnê dixebitin, piştî cejnê ew dê şeklê dawî bidin xebatên xwe.
Erdogan got: “Hûn paketa me ya demokratîkbûyînê dizanin, ne pêngavek nû hatî avêtine. Me di kongreya xwe ya dawî de paket aşkera kiribû. Niha ji bo rojanekirinê, li kuderê çi kêmahî hene, em dê kuderê çawa rojane bikin, di xebitin.” Her wiha Erdogan destnîşankir ku, dibe Meclisa zû vebe û da zanîn ku, “Hinekê zû vebûna meclisê di rojevê de ye, dibe ku vebe.”
KOMKUJIYÊN ROJAVA JI NEDÎTÎ VE HAT
Erdogan têkildarî pevçûnên li Rojava jî got, wî girêdayî mijarên Sûriye û Misrê bi Serok Dewletê DYA’yê Barack Obama re hevdîtinek ya telefonê pêkaniye.
Erdogan têkildarî pevçûnên li Rojava û komkujiyên komên çete li ser gelê sivîl pêkaniye ji nedîtî ve hat û weke “pevçûna navbera PYD û El Qaîde” nirxand û got: “Em hemû dizanin ku, bitaybet du aliyên dijberî hev di nava pevçûnê de ne. Ji vê me jî nerihetin. Welatên Rojava jî ji vê gelek nerihetin.”