Di nava 3 salan de Erdogan 10 mîlyar Euro ji Ewropayê girt!

Derket holê, tevî gelek aloziyan jî di nava 3 salan de Yekîtiya Ewropayê bi mîlyaran Euro daye rejîma Erdogan.

Ji bilî 3,3 mîlyar Euro'yên ku Yekîtiya Ewropayê ji sala 2014'an û vir ve ji bo endametiyê daye Tirkiyeyê, tê gotin, li gorî peymana li ser penaberan 6,6 mîlyar Euro heta niha ji Tirkiyeyê re hatine dayin.

Yekîtiya Ewropa dilê rejîma Erdogan bi pereyan xweş dike. Tevî krîza devkî ya navbera rayedarên Yekîtiya Ewropa û hikumeta Tirk, derket holê ku Brukselê di nva 3 salên dawî de 10 mîlyar Euro pere daye Tirkiyeyê.

Yek ji rojnameyên sereke yên li Elmanyayê Bîld, di hefteya bihurî de ragihandibû, ku ji sala 2014'an heta dawiya sala 2016'an, ji Tirkiyeyê re ku berendamê yekîtiyê ye 3,3 mîlyar Euro ji budçeya Yekîtiya Ewropayê hatiye dayin. Bi vî awayî Tirkiye bûbû welatê derve ku herî zêde ji alîkariyên Yekîtiya Ewropayê sûdê werdigire.

Ji vê alîkariya hate kirin, 625 mîlyon Euro ji bo tevlîbûna li nava bernameyên Yekîtiya Ewropayê ji Tirkiyeyê re hate dayin. Ji bilî vî pereyî, li gorî peymana li ser penaberan ku di Adara 2016'an de di navbera hikumeta AKP'ê û heyeta Yekîtiya Ewropayê ya bi pêşengiya Serokwezîra Elman Angela Merkel de hate îmzekirin, pereyekî ku ji yê divê bihata dayin gelekî zêdetir ji Tirkiyeyê re hate dayin.

Rojnameya înternetê Epoch Tîmes, ku bi gelek zimanan weşana xwe dike ragihand, di çarçoveya peymana navborî de, ji sala 2016'an û vir ve 6,6 mîlyar Euro ji Tirkiyeyê re hatiye dayin. Yekîtiya Ewropayê ji bo vê peymanê dabû xuyakirin ku ew ê di destpêkê de 6 mîlyar Euro bide.

Lîderên Yekîtiya Ewropayê, ji bo hejmara penaberên koçî Ewropayê dikin kêm bikin, di 18'ê Adara 2016'an de bi Tirkiyeyê re peymanek mohr kiribûn. Li gorî vê peymanê, penaberên gihîştin Yewnanîstanê û serlêdana wan a penaberiyê hatiye redkirin, ji Tirkiyeyê re tên şandin.

Di berdêla vê yekê de, welatên Yekîtiya Ewropayê, penaberên ji Tirkiyeyê digirin welatê xwe. Her wiha di çarçoveya peymanê de piştgiriya malî ji Tirkiyeyê re tê dayin. Hêjayî gotinê ye, her ku di navbera welatên Ewropayê û Tirkiyeyê de rewşeke aloz rû dide, rayedarên Tirk gefa 'Em ê peymanê biqedînin, deriyên xwe vekin' li Ewropayê dixwin.