Erdogan dê li Amedê bi Barzanî re hevdîtinê bike

Erdogan dê li Amedê bi Barzanî re hevdîtinê bike

Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan dê yekemcar li Amedê bi Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî re hevdîtinê bike.

Hat ragihandin, Serokwezîr Erdogan dê di dema serdana xwe ya dawiya hefteyê li Amedê de, bi Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî re hevdîtinê bike. Tê gotin hevdîtin roja Şemiyê pêk were. Der heqê naveroka hevdîtinê de ti agahî nehat dayîn. Tê payîn di hevdîtinê de mijarên PKK, pêvajoya çareseriyê, rewşa Rojavayê Kurdistanê û Konferansa Neteweyî ya Kurd bên nirxandin.

Ev hevdîtin li demeke ku hêzên YPG'ê Deriyê Sînor ê Til Koçerê û herêma Serêkaniyê bi temamî ji komên çete rizgar kir û wexteke paşvexistina Kongreya Neteweyî ya Kurd rast tê. Her wiha balkêşe ku hevdîtin li demeke beriya hilbijartinên herêmî rast tê.

Di 31'ê Cotmehê de di navbera Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federal Nêçirvan Barzanî de li Stenbolê hevdîtin hat kirin. Li dû vê hevdîtinê ti daxuyanî nehatibû dayîn. Ji ber ku naveroka hevdîtinên navbera rayedarên hikûmeta Tirk û Herêma Kurdistana Federal ji raya giştî hat veşartin, nerazîbûnek derketibû holê.