Erdogan: Bedela wê çi be jî em ê çareser bikin!
Erdogan: Bedela wê çi be jî em ê çareser bikin!
Erdogan: Bedela wê çi be jî em ê çareser bikin!
Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan di civîna koma partiya xwe ya AKP’ê de axivî û diyar kir ku ew pêvajoyê bi hesasiyeteke mezin bi rê ve dibin û got ku wana heta niha tu bazarî nekiriye. Her wiha got: “Bedela wê çi be jî em çareser bikin. Ger jehr be jî em ê vexwein û vê pirsgirêkê çareser bikin."
Erdoganê ku di civîna koma partiya xwe de axivî, weke berê careke din partiyên muxalefetê CHP, MHP û BDP’ê tawanbar kir. Erdogan got: “Em ne weke CHP, MHP û BDP’ê bê berpirsyar in. Em barê hêkan li ser pişta xwe dibin. Em ew hewl didin ku bêyi ku kesek biêşe, çareser bikin.”
Erdogan got: “Em bazariyê nakim, me nekiriye. Em tawizê nadin, tu carî gavan paş de naavêjin.”
Erdogan got: “Ji ber hesasiyeta pêvajoyê em hindik diaxivin û kêm daxuyaniyan didin.” Her wiha got: “Bedela wê çi be jî em çareser bikin. Ger jehr be jî em ê vexwein û vê pirsgirêkê çareser bikin."
Erdogan ji bo cejna Newrozê jî ev peyam da: "Meha adarê ne tenê meha êşan û salvegerên wan rojan e. Li gel van hemû bûyerên dilêş, adar mizgîniya biharê ye. Em dixwazin ku 21’ê Adarê bi coşa Newrozê bi hêvî bê pîrozkirin. Bila Newroz bibe hêvî, bila bibe şînbûna tovê çareseriyê, bila divê Newrozê re rûken zêde bibin. Em bi hêviya ku Newroz bibe roja hêvî û biratiyê pîroz dikin.”