Erdogan Barzanî bi MGK’ê gef kir

Erdogan ê ku PDK petrola Başûrê Kurdistanê difiroşeyê û li herêmê baregehên leşkerî ava dike, ji ber referandûmê Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê bi MGK’ê gef kir.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê bi dijminahiya Kurdan re sînoran nas nake, ji ber referandûmê Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Brazanî bi Desteya Ewlekariya Mîllî (MGK) gef kir.

Erdogan ê ku PDK rojane 500 hezar petrol difiroşitê, gefên xwe gavek din jî pêş ve bir û got: “Qeneta me diyar e, lê ji niha û şûnde têkildarî vê mijarê wê hesasyeta me çiqas pêş ve biçe wê di piştî civîna Desteya Ewlekariya Mîllî û Desteya Wezîran a 22’yê mehê bê lidarxistin de wê ew (Barzanî) hê zelaltir û vekirîtir bibîne.”

Erdogan di dewama axaftina xwe de ev tişt got: “Li aliyê Iraqê 350 km sînorekî me heye. Li vir li aliyê din Îran, aliyê din jî Sûriye. Rewşa Sûriye ya ku niha di nav de diyar e. Helwesta me ya li vir zelal e? Yekpareyiya xaka Iraqê ye. Îran heman tiştî dixwaze. Tevî van hemû tiştan hûn nikarin li gorî xwe li vir dewleteke serbixwe îlan bikin, her kes nikare bêje ‘erê’.”

Di daxuyaniyên rêveberên PDK’ê yên beriya niha de jî ev tişt hatibû gotin: “Tirkiye ne li dijî referandûmê ne.”