Erdogan axivî çeteyên faşîst êrîş kirin
Erdogan axivî çeteyên faşîst êrîş kirin
Erdogan axivî çeteyên faşîst êrîş kirin
Li Dîlokê ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan lê gotina "PKK û DAIŞ ji bo me weke hev in" bika anî, polîs, alîgirên DAIŞ'ê û çeteyên nîjadperest-faşîst êrîşî Kurdan kirin. Di bûyeran de 4 kesan jiyana xwe ji dest da.
Welatparêzên Kurd ên komkujiyeke gengaz a li Kobanê protesto dikirin, li Dîlokê rastî êrîşa hovane hatin. Çeteyên faşîst ên bi polîsan re tevdigeriyan, bi çek, sator û çoyan li taxên Barak û Vatanê êrîşî Kurdan kirin.
Li gorî agahiyan li van taxan destpêkê polîsan êrîşî xwepêşandêran kirin. Piştî ku xwepêşandêran li hemberî polîsan li ber xwe dan, hejmareke zêde çeteyên faşîst û nîjadperest anîn taxê û bi ser Kurdan ve hatin ajotin. Çeteyên nîşaneya kûçikê dikirin bi çek, ço û satoran 4 Kurd qetil kirin û gelek xwepêşandêr birîndar kirin.
Di dema bûyeran de avahiyên DBP'ê yên navçeyên Şahînbey û Şehîtkamîlê ji aliyê çeteyên faşîst ve hatin şewitandin.
Nasnameya Kurdên hatin qetilkirin wiha ye: Suleyman Balci (15), Sevgî Alici (16), Omer Uçeker (27). Nasnameya yek ji welatparêzên hat kuştin nehat diyarkirin.