Desthilatdariya AKP´ê rojeva Qudsê dike maske li ser zilma xwe. Dibêje Îsraîlê, dagirker, zalim, êşkencekar, kujerê zarokan; û bi van gotinan hewl dide ser rûyê xwe yê kujerê zarokan, êşkencekar û dagirker bigire. Ewqasî rûşûştî û bêşerm ji Îsraîlê re dibêje, tu holê û welê yî, mirovê bi wî nizanibe, wê bibêje qey ka ev zilam çi qasî mirovhez û demokrat e. Li dinyayê, mirov nikare rastî mirovekî din bê ku evqasî rastiyan berevajî bike û bixwaze xwe bi rengekî din nîşan bide. Di dîrokê de kesayetiyên bi vî rengî hene. Lê belê, mînakeke din mirov nikare bibîne ku bi qasî Tayyip Erdogan rûyê xwe yê qirêj vedişêre. Lewma, divê mirov ji asta rûşûştîbûn û bêarî re di vê rewşê de bibêje Erdoganîzm. Ji ber ku ti peyva din wê ne li gorî rûşûştîbûn û bêariya Tayyip erdogan be. Muhtemel e ku dema Erdogan dipeyive, bi milyonan mirov dibêjin, ‘ev qas jî nabe’. Dibe ku Erdogan bi vê rêbaza xwe hewl dide psîkolojiya mixalif û dijberên xwe xirab bike. Bi rastî jî kesên ku rûşûştîbûn û durûtiya vî mirovî bibînin, dibe ku psikolojiya wan xirab bibe. Belkî jî divê mirov bangekê li mirovan bike û bibêje, ‘guh medin Erdogan, lewma dibe ku psîkolojiya we xirab bibe’.
Heger kesek hebe ku mafê wî yê gotinekê ji Îsraîlê re bibêje nebe, ew jî Erdogan e, desthilatdariya AKP´ê ye. Her dema ku Erdogan êrişê dibe ser Îsrailê, kêfa Îsraîlê tê. Dema mirovekî wekî Erdogan, desthilatdariyeke mîna ya AKP´ê bi vî rengî êrişî Îsraîlê dikin, Îsraîl pak dibe. Ji ber ku ji ber Erdogan, mirovahî wê kirinên Îsraîlê nebîne, Îsraîl wê pîr û pak bibe. Tayyip Erdogan deh bajarên Kurdan bi erdê re kirin yek. Li naverasta kolanan destûr neda ku mirov cenazeyên jinan ji erdê rakin, ji ber zilma wî mirov neçar man ku cenazeyê keça xwe ya zarok di sarinceke qeşayê de veşêrin. Di hembêza bavpîrê xwe de pitik hatin kuştin. Di serdema desthilatdariya AKP´ê de bi hezaran bûyerên bi vî rengî hene. Tişta ku desthilatdariya AKP´ê bi Kurdan kirî ji zilma salên 1990´î bihuriye. Bi tenê, ji bo ku şerê xwe yê psîkolojîk bi tesîrtir bike, weke berê kuştinên kiryarnediyar zêde nake. Jixwe, kesekî AKP´yî got, "şikir bikin, em nakujin, em diavêjin girtîgehê."
Ya ku desthilatdariya AKP´ê anî serê Kurdan, ka li dinyayê kê aniye serê gelên din? Li Tirkiyeyê 25-30 milyon Kurd tine tên hesibandin. Jixwe, qirkirineke bi wî rengî pêk tê anîn ku çavê hin Kurdan tirsandine, ew nikarin ji xwe re bibêjin Kurd jî. Ne ku tenê mafê Kurdan tine dihesibînin, hebûna wan bi tevahî tine dihesibînin, dixwazin wan tine bikin. Desthilatdariyeke ku dixwaze miletekî wiha tine bike, dixwaze bi rojeva Qudsê tevahiya rastiyan berevajî bike. Ev rûşûştîbûna AKP´ê û Tayyip Erdogan nîşan dide ku ew baş nehatine teşhîrkirin. Heger Tayyip Erdogan ê ku fermana kuştina zarok û jinan da, baş bihata teşhîrkirin, wî dê nikarîbûya evqasî bipeyive.
Axaftinên Erdogan ên vê dawiyê nîşan didin ku ev faşîstê ku qirkirina Kurdan ji xwe re kiriye armanc, baş nehatiye teşhîrkirin. Li Tirkiyeyê, jixwe mixalif nemane, ji bilî yek-didu rojnameyên mixalif, çapemeniya mixalif nemaye. Çapemeniya Kurdan a ku herî zêde dibe mexdûrê Erdogan jî nikare Erdogan baş teşhîr bike. Lê ya rastî, her roj dosyayên ku Erdogan teşhîr bikin, dikarin bên amadekirin, bername dikarin bên çêkirin. Jixwe, herî baş Kurd dikarin Erdoganî teşhîr bikin. Ji ber ku, esas, tiştên ku bi Kurdan kirin, wê AKP´ê teşhîr bikin. Ya rastî, kesê ku li dinyayê herî hêsan dikare bê teşhîrkirin Erdogan e. Ew xirabiyên ku wî bi xwe kirine, li kesên din bar dike. Hingê, Tayyip Erdogan ji kê re çi bibêje, hema piştre mirov dikare gotin û kirinên Erdogan ên li ser mijarê peyde bike û raxe ber çavan. Erdogan dikare di nava hemû Kurdan de pirr baş bê teşhîrkirin. Ji wan tiştên Erdogan û AKP´yiyan gotî yên beriya û piştî referandûmê, mirov dikare pirtûkekê jî çêke.
Tayyip Erdogan keysa xwe li rojeva Qudsê aniye. Ji ber ku li ser vê mijarê ew çi bibêje jî, kes wê rexneyê lê negire. Ti kes wê nikaribe Îsraîlê biparêze. Ev jî wê bike ku zeneke wisa çêbe ku tiştên ew dibêje, heq bin. Ji ber vê yekê evqasî dide qîran. Bi vî rengî ew dixwaze xwe wisa nîşan bide, weke ku li aliyê bêguneh û mazlûman be. Li Tirkiyeyê, ji bilî sosyalîstan, ti kes nikare jê re bibêje, derdekî te yê Quds û Filistînê nîne, tu didî qîran ji ber ku tu dixwazî desthilatdariya xwe biparêzî. Dema rewş dibe ev, Erdogan hewl dide bi rojeva Qudsê hin puwanan ji xwe re berhev bike.
Ji bo Erdogan Quds rojeveke xeyalî ye. Ji ber ku ti encama pratîk a qîrîna wî nîne. Lê bi awayekî şênber di vê rewşê de ew zilma xwe ya li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê zêde dike. Bi vî awayî rojeva Qudsê dibe amûra zilmê. Gelo, bi vî awayî bikaranîna Qudsê, heqareta herî mezin a li bajarê pîroz Qudsê nîne?
Kurd û hêzên demokrasiyê divê destûrê nedin ku Quds bi vî awayî qirêj bê bikaranîn. Di nava rewşa rojeva Qudsê de, dibe ku xwe li dagirkirina Efrînê biceribînin. Heta evçend xurtkirina şovenîzmê jî dibe ku ji bo armanca rewakirina êrişeke bi vî rengî jî be. Ji ber vê yekê, ew rewşa ku Erdogan rojeva Qudsê ji devê xwe bernade, divê baş bê teşhîrkirin. AKP tim û daim bi afirandina rojevên çêkirî hewl dide rûyê xwe veşêre. Lewma, Erdogan her roj rojevên çêkirî diafirîne. Heta bi şev û roj hizra wî ew e, ka ez ê îro çawa karibim rojeveke çêkirî biafirînim. Ji ber ku şovenîzm xwe ji ragêşiyê têr dike. Faşîst bi çêkirina ragêşiyê şovenîzmê xurt dikin. Tayyip Erdogan jî vê dike.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA