Erdogan 15 namzetên din aşkera kir

Erdogan 15 namzetên din aşkera kir

Serokwezîrê tirk Erdogan, di civîna koma xwe ya meclisê de 15 namzetên xwe yên din jî aşkera kir. Erdogan got namzetê Amedê jî Galîp Ensarîoglu ye.

Erdogan berê namzetên 32 cihan aşkera kiribû. Îro di civîka koma meclisê de 15 hebin din jî aşkera kir.

Li gorî Erdogan namzetên hilbijartinên herêmî yên 30’ê Adarê wihane

Namzetê Erdexanê: Faruk Koksoy

Namzetê Îdirê: Mustafa Buluş

Namzetê Erzînganê: Cemalettin Başsoy

Namzetê Çewlikê: Yucel Barakazî

Namzetê Colemêrgê: Osman Kizilban

Namzetê Rîzeyê: Reşat Kasap

Namzetê Bedlîsê: Fehmî Alaydin

Namzetê Êlihê:Mehmet Emin Ekmen

Namzetê Agiriyê: Hasan Arslan

Namzetê Erziromê: Mehmet Sekmen

Namzetê Wanê: Osman Nurî Gulaçar

Namzetê Samsurê:Yusuf Ziya Yilmaz

Namzetê Hatayê:Sadullah Ergin

Namzetê Amedê: Galîp Ensarîoglu

Namzetê Rihayê: Celalettîn Guvenç

Erdogan di axaftina xwe de çapemenî rexne kir û got: “Çapemenî nekare bikeve pêşiya emclisê.  Komên din nekarin bikevin pêşiya meclisê, sermaye nekare bikeve şûna meclisê, çete û rêxistinên medyatîk nekarin bikevin şûna meclisê. Nekare li ser navê gel biryarê bide. Berê îradeya netewî bi dehan carî rêzdariya meclisê hejandiye. Lê me tu car destur neda vê.” Erdogan îdia kir ku wan di warê demokratîkbûnê de gelek titşên baş kiriye.