Enternasyonalîst ji ber çi ji bo Ocalan dimeşin?

75 enternasyonalîstên ji bo azadiya Ocalan ji Luksembûrgê bi rê ketin, piştî meşa 223 kîlometreyan wê îro bigihêjin Strasboûrgê. Enternasyonalîst dibêjin, Ocalan fîlozofekî xurt e ku vîzyonê ji pirsgirêkên serdemê re diafirîne.

Kurd û enternasyonalîst li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, ji sê baskan ve ber bi Strasboûrgê dimeşin û daxwaza azadiya Ocalan dikin.

Her sê meşên dirêj wê li Strasboûrgê bigihêjin hev û meşvan wê herêma ku avahiyên Parlamenta Ewropayê, Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Rêxistina Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) lê ne, mîtîngekê pêk bînin.

75 ENTERNASYONALÎSTÊN JI DEHAN WELATÊN CUDA

Meşên dirêj ên li dijî tecrîdê, bi şiyara 'Tecrîdê rake, faşîzmê hilweşîne û rêbertî azad bike' li bajarê Basel ê Swîsreyê, li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê û li Luksembûrgê dest pê kir. Koma ji 75 enternasyonalîstan a li Luksembûrg, ji welatiyên Spanya, Elmanya, Portekîz, Kolombiya, Katalonya, Bask, Endulus, Fînlandiya, Galîçya, Norwêc, Îtalya û Swîsreyê pêk tên.

ERNTERNASYONALÎST JI BER ÇI JI BO OCALAN DIMEŞIN?

Gelo ev enternasyonalîstên ji gelek welatên cîhanê hatine û bi poster û alên ji wêneyên Ocalan hildane, ji ber çi ji Luksembûrgê heta Strasobûrgê bi 223 kîlometreyan dimeşin?

Li gorî gotinên enternasyonalîstan, sedema herî girîng a tevlîbûna wan li meş dirêj nêrînên Ocalan e. Hinekan ji wan nêrînên Ocalan bi xwe xwendine û ketine bin bandora wê. Hinek jî ketine bin bandora Şoreşa Rojava ku çavkaniya xwe nêrînên Ocalan e. Ji ber vê yekê dirûşmên "Rojava wê bibe goristana faşîzmê" diqîrin û nîşan didin ku ew xwedî li Rojava derdikevin.

Li gorî wan, Ocalan fîlozofekî gelekî xurt e û vîzyona çareseriyê ji bo pirsgirêkên serdemê diafirîne. Pênaseya modernîteya demokratîk û nêrînên Ocalan ên li ser têkoşîna azadiya jinê bi taybetî bala jin û mêrên enternasyonalîst ên tevlî meşê bûne dikişînin. 

Paradîgmaya Ocalan a demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê ji bo enternasyonalîstan bu destêka naskirina Kurdan. Ji ber vê yekê hinek ji wan ji bo şoreşa Rojava ji nêz ve bibîne çûnRojava, hinek jî plan kirine ku biçin.

'JIN JIYAN AZADÎ' Û JINÊN ENTERNASYONALÎST

Zêdeyî nîvê enternasyonalîstan jin in. Di çalakiyê de tim û tim dirûşma "Em hemû Leyla ne" tê qîrîn greva birçîbûnê ya Leyla Guven tê silavkirin. 34 jinên enternasyonalîst 2 roj berê nameyeke piştgiriyê ji Leyla Guven re şandibûn. Jinên enternasyonalîst di meşê de bi Kurdî dirûşma 'Sara, Rojbîn, Ronahî - Jin Jiyan Azadî' diqîrin.

Enternasyonalîstên ku mîmar, parêzer, doktor, pisporên têkiliyên navneteweyî, rojnamevan û ji gelek pîşeyî mirov hene, ji aliyê nêrîna îdeolojîk ve xwedî nêrîna anarşîmz, demokrasî, çep û femînîst in.

Enternasyonalîstên ku li dijî komploya navneteweyî li qada navneteweyî têdikoşin, sozê didin hev ku heta azadiya Ocalan wê çalakiyan li dar bixin. Sozên wan jî wê li çar aliyên dinyayê belav bibin.