Enqereyê li ser bikaranîna tankên Leopard agahî daye Berlînê!
Berevajî daxuyaniyên hikumeta Elman a Federal ên li ser bikaranîna tankên "Leopard 2" ku li Efrînê tên bikaranîn, derket holê ku hefteya bihurî Enqereyê agahî daye Berlînê.
Berevajî daxuyaniyên hikumeta Elman a Federal ên li ser bikaranîna tankên "Leopard 2" ku li Efrînê tên bikaranîn, derket holê ku hefteya bihurî Enqereyê agahî daye Berlînê.
Ji ber ku artêşa Tirk li Efrînê di êrîş û komkujiyên xwe de tankên "Leopard 2" ên Elman jî bi kar tîne, zexteke giran li ser rêveberiya Berlînê tê kirin. Piştî ku wêneyên li ser tankên Leopard di çapemeniyê de hatin weşandin, hikumeta Elman a Federal li ser mijarê daxuyaniyek da û got, "agahiya me nîne."
Berdevkê Wezareta Parastinê Holger Neûmann hefteya bihurî li Berlînê di civîna çapemeniyê de gotibû, "Ji bilî wêne û dîmenên di medyayê de cih digirin, agahiyeke me di vî warî de nîne. Em nizanin bê ev wêne li ku û kengî hatine kişandin." Daxuyaniyeke bi heman rengî ji aliyê berdekvê Wezareta Karên Derve ve hatibû kirin.
Lê belê derket holê ku demeke dirêj e agahiya hikumeta federal jê heye ku di serî de tankên "Leopard 2" çekên Elman di êrîşên dagirkirina Efrînê de tên bikaranîn. Li gorî nûçeya Spîegel Onlîne, Wezîrê Parastinê yê Tirk Nûrettîn Canîklî roja Çarşemê li Enqereyê bi Sefîrê Bilind ê Elman re rûnişt û li ser mijarê agahî da wî.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Elman înkar nekir ku di hevdîtinê de Wezîrê Tirk agahiyên li ser bikaranîna panzerên Elman daye. Lê belê li gel vê agahiyê, Ajansa Nûçeyan Reûtersê ragihand ku Wezareta Aboriyê ya Elman di nivîseke xwe de ya ji bo Meclîsa Federal gotiye, "Li ber destê me agahiyeke zelal nîne ku nîşan dide tankên me hatine bikaranîn."
354 TANKÊN 'LEOPARD 2' JI TIRKIYEYÊ RE HATIBÛN FIROTIN
Piştî ku wêneyên tankên "Leopard 2" ên di êrîşa dijî Efrînê de tên bikaranîn di çapemeniyê de hatin weşandin, Wezîrê Karên Derve Sîgmar Gabrîel gotibû ku heta hikumeta nû ava bibe wê plana nûkirina tankên berê ji Tirkiyeyê re hatine firotin erê nekin.
Lê belê berevajî vê daxuyaniyê, derket holê ku hikumeta Elman navbeynar ji AKP'ê re şandiye û mehay Cotmehê ji bo hin tankan destûra peymanê daye. Heman piştî civîna Konseya Ewlekariya Federal (BSR) ku Serokwezîr Merkel û 6 wezîr tê de cih digirin, hatibû ragihandin ku peymana ji bo nûkirina 120 tankên bi tîma M60 ên di destê artêşa Tirk de ne, hatiye erêkirin.
Tankên 'Leopard 2' ên di êrîên dijî Efrînê de tên bikaranîn, navbera salên 2006-2009'an de 354 heb ji Tirkiyeyê re hatibûn firotin û ji bo bikaranîna wan jî ti sînor nehatibû danîn.