Ji pêkhateya Eniya Çepgir (FG) Ensemble daxuyaniyek da û got, zextên mehên dawî bi girtina hevserokên şaredariyan û herî dawî jî bi girtina wekîlên HDP’ê berdeawm dike.
Di daxuyaniyê de hate gotin, Erdogan hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê kiriye hincet û berê xwe daye demokratk û şoreşgeran ku ti têkiliya wan bi darbeyê re nîn e, wan dike girtîgehan û li Tirkiyê êdî bi ti awayî demokrasî nemaye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, ew li pişt wekîlên HDP’ê ne û xwestin ku di zûtirîn demê de serbest werin berdan.
Di daxuyaniya NPA’yê de jî hate gotin, Erdogan ‘’bêyî ku ti pirsgirêkê bijî dixwaze dîktatoriya xwe saz bike’’û hişyarî da.
NPA got piştî hewldana darbeyê, goriyên dawî yê Kurd in û xwest ku hikûmeta Fransa û welatên dî yên Ewropayê dengê xwe derxînin.
NPA di daxuyaniya xwe de got, divê têkiliyên bi rêveberiya Tirkiyê re werin sînordarkirin, wekilên HDP’ê di zûtirîn demê de serbest werin berdan û PKK ‘’ji lîsteya terorê’’ were derxistin.