Endamên Meclîsa Şaredariya Sêrtê ji peywirê hatin girtin
Endamên Meclîsa Şaredariya Sêrtê ji peywirê hatin girtin
Endamên Meclîsa Şaredariya Sêrtê ji peywirê hatin girtin
Endamên Meclîsa Şaredariya bajarê Sêrtê Musa Kurhan û Yuksel Yilmaz ku di operasyona di bin navê KCK’ê de hate meşandin de hatibûn girtin, ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Tirk ve ji peywirê hatin girtin.
Biryara ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Îdareyên Herêmî ya Wezareta Navxweyî ya Tirk, ji Şaredariya Sêrtê re hate şandin. Di biryarê de tê gotin ku Endamê Meclîsa Şaredariyê û Alîkarê Şaredar Musa Kurhan û Endama Meclîsa Şaredariyê Yuksel Yilmaz di 18’ê Çile ya sala 2013’an de bi erêkirina Wezareta Navxweyî ve ji peywirê hatine girtin.
Kurhan û Yilmaz, di sala 2012’an de di operasyona ku di bin navê “KCK” de li dijî Şaredariya Sêrtê hatibû pêkanîn de hatibûn girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.