Endamên MBY-DER’ê serdana Guven kirin

Endamên Komeleya di Dergoşa Şaristaniyê de Xizmên xwe Windakirî (MBY-DER) serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 159 roj in di grevê de ye kirin.

Endamên MBY-DER, ji ber rewşa hesas a Leyla Guven li derê odeya Guven lê bû silav da.

Endama MBY-DER’ê Meryem Soylû piştî serdanê li pêşiya mala Leyla Guvne daxuyaniyek da.

Soylû bal kişand ku greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Guven destpêkir û piştre belavî zindanan bû demek dirêj e didome û got: “Bi hezaran mirovên me li zindanan di nava grevê de ne. Rewşa wan a tenduristiyê qonaxên krîtîk jî derbaskirine.”

Soylû domdar got: “Em naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin. Divê demildest her kes bi erka xwe rabe. Her kesên alîgirê demokrasî û edaletê vedixwînin dengê xwe li dengê grevan zêde bikin.”

Soylû destnîşan kir ku naxwazin êdî li welat tu kes bên kuştin û got: “Em ne dixwazin leşker û ne jî gêrîla her wiha bi hezaran girtiyên li zindanan bimirin.”