Endamên Konseya Navendî ya TTB'ê ji wezîfeyê hatin girtin

Ji bo dûrxistina endamên Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk ji wezîfeyê, doz hatibû vekirin. Biryara betalkirina wezîfeya endaman hat dayîn.

Danişîna biryarê ya doza dûrxistina endamên Konseya Navendî ya TTB'ê ji wezîfeyê, li Dadgeha Deriyê Derve ya Enqereyê hat dîtin.

Endamên Konseya Navendî ya TTB’ê û parêzerên wan, nûnerên sendîkayan, rêveberên rêxistinên pîşeyî û parlementerên CHP, HEDEP, EMEP'ê beşdarî danişînê bûn. Dema ku dadger xwest danişînê taloq bike, parêzer û endamên Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk ku tê xwestin ji peywirê bên dûrxistin, xwestin parastina xwe bikin.

Dadger piştî parastinan ji bo biryarê navber da.

Dadger piştî navberê biryara xwe vegot û biryara betalkirina wezîfeya endamên Konseya Navendî da.