Endamên ESP û SGDF ên binçavkirî di greva birçîbûnê de ne

Endam û rêveberên ESP û SGDF'ê yên binçavkirî ketin greva birçîbûnê.

Têkildarî binçavkriina Alîkara Hevserokên Giştî yên ESP'ê Beycan Taşkiran, endama Desteya Rêveberiya Navendî ay Meclîsa Jinê ya Sosyalîst Satiye Ok, endamê Federasyona Komeleyên Ciwanan ên Sosyalîst (SGDF) Mûhammet Altinkaya, Serhat Eren û Heja Kayan, li avahiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) a Amedê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin. Di daxuyaniya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) de tevî malbatên kesên hatin binçavkirin, endam û rêveberên Partiya Herêman a Demokratîk û HEDEP jî amade bûn.

Şaredarê navçeya Perî ya Dersimê Orhan Çelebî ku wezîfeya wî hatiye desteserkirin, diyar kir ku parêzeran hevdîtin bi 8 kesên hatin binçavkirin re kirin û anî ziman ku temamiya kesên hatin binçavkirin di greva birçîbûnê de ne. Çelebî ragihand ku şekir û av bi têrkerî ji kesên di greva birçîbûnê de ne nayê dayin.

Hevseroka HEDEP'ê ya Amedê Pinar Sakik Tekîn jî êrîş şermezar kir.

Hevseroka DBP'ê ya Amedê Sûltan Yaray jî ragihand ku berxwedana wan a li dijî faşîzmê wê dewam bike.

Hevserokê ESP'ê Şahîn Tumuklu anî ziman ku rejîm bi rêya van êrîşan hewl dide têkoşînê asteng bike û diyar kir ku berxwedana wan wê dewam bike.