Endamên ESP, SKM û SGDF’ê ketin grevê

Endamên ESP, SKM û SGDF ji bo piştevaniya bi çalakgerên greva birçîbûnê re dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin.

Endam û rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Meclîsa Jinan a Sosyalîst (SKM) û Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) ji bo piştevaniya çalakiyên greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome bikin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bidorveger kirin. Saziyan bi dirûşma “Dawî li tecrîdê bîne û dest bide Leylayê” li dar dixin. Nûnerên saziyan li Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Giştî yê Lîmter-Îş Kamber Saygili, Hevserokê SGDF’ê Okan Danaci, Berdevka SKM’ê ya Bajêr Ezgî Bahçecî, Platforma Dengê Girtiyan û Bêmirinan (OTSP), xizmên girtiyan û gellek kes beşdar bûn.

Endama OTSP’ê Hêlîn Yilmaz daxuyanî da û bi bîr xist ku ji bo rakirina tecrîdê Leyla Guven 163 roj in di greva birçîbûnê de ye û li gel Guven parlamenter Tayyîp Temel, Dersim Dag, Murat Sarisaç û li girtîgehan û li gellek welatên cîhanê bi hezaran kes di greva birçîbûnê de ye. Yilmaz got “Ji bo tecrîd rabe li ber xwe didin. Daxwaza rakirina tecrîdê daxwaz bi milyonan e. Bi hezaran însan ji bo mafê herî hiqûqî û însanî pêk were di grevê de ne.”

‘EM Ê SERBIKEVIN’

Yilmaz anî ziman ku bêdengî û xemsarî mayîn rê li ber mirinan vedike û got: “Vê berxwedanê bi pêşengiya îradeya jinê dest pê kir. Greva birçîbûnê û tecrîd tenê ne rojeva gelê kurd e. Em wek ESP, SKM û SGDF’ê ji roja ewil ve dibêjin ‘Leyla Guven mafdar e û bila tecrîd rabe.’ Li her cihê em lê ne ji bo tecrîda sûcê mirovahiyê rabe têdikoşin. Em bi bawerin û em ê bi serkevin.”

‘TÊKOŞÎNA MIROVAHIYÊ YE’

Wekîlê Serokê ESP’ê Şahîn Tumuklu jî destnîşan kir ku êdî kêr gihîştiye hestî û got: “Dema axaftinê xelas bûye. Li vê erdnîgariyê li ser bedena mirovan tecrîd pêk tê. Hevrêya me Leyla Guven rê vekir û bi hezaran kes di vê rêyê de dimeşin. Ev peyam têkoşîna li dijî faşîzmê ye û di heman demê de jî bangek e. Ev têkoşîndayîna însanbûnê ye. Em bang li yên demokrasiyê dixwazin dikin ku bikevin tevgerê.”

9 ROJ DÊ BIDOME

Greva birçîbûnê ya bidorveger dan destpêkirin dê ji 3 rojan carek biguhere û 9 rojan berdewam bike.