Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP'ê Karadag hate girtin

Endamê Meclîsa Partiyê yê HDP'ê Îzzet Karadag bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate girtin.

Endamên Meclîsa Partiyê yên HDP'ê Bedriye Yorgûn û Îzzet Karadag, ji ber lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê li wan vekiriye, jia liyê polîsan ve hatin destgîrkirin.

Yorgûn Karadag doh êvarê birin dadgehê û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê hatin kirin. Dadgeriya Tirk der barê Karadag de biryara girtinê da û bi şertê kontrola edlî Yorgûn berda.