Endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Cavgûn hat binçavkirin

Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Harûn Cavgûn li Wanê di serdegirtina malê de hat binçavkirin.

Polîsên Tirk, li Taxa Bostanîçî Esenler a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bi ser mala endamê Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Harûn Cavgûn de girt û ew binçav kirin. Polîsan, piştî ku li malê lêgerîn pêkanîn, Cavgûn binçavkirin.

Hinceta binçavkirina Cavgûn nehat zanîn.

Polîs û cendirmeyên Tirk 2 roj berê avêtin ser heman navnîşanê. Polîsan di serdegirtinê de heqaret li jinan kirin û camên deriyê malê jî şikandin.