Endama ESP’ê Otlû hate girtin

Endama ESP'ê Gokçe Otlû ku di operasyona qirkirina siyasî ya Enqereyê de hatibû binçavkirin, hat girtin.

Li Enqereyê di 8’ê Adarê de endamên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Kahraman Yilmaz, Alî Yildiz, Gokçe Otlû û Bûrcû Dûrak, di saetên serê sibê de di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin û biribûn Midûriyeta Şaxa TEM’ê ya Enqereyê.

Kahraman Yilmaz ê divê sibê ji mejiyê xwe emeliyat bibe di heman rojê de (8’ê Adarê) êvarî îfadeya wî hatibû wergirtin û hatibû berdan. Îro jî Alî Yildiz, Gokçe Otlû û Bûrcû Dûrak sewqî edliyeyê hatin kirin.

Piştî îfadeyên li dozgeriyê Yildiz û Dûrak ji bo ku bi şertê kontrola edlî bên berdan, Otlû jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.

Yildiz û Dûrak hatin berdan û Gokçe Otlû jî bi îdiaya “endamtî û propagandaya rêxistinê” hate girtin.