Encumenên Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev Konferans li dar xist
Encumenên Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev Konferans li dar xist
Encumenên Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev Konferans li dar xist
Konferansa Encumenên Rojavayê Silêmaniyê ya Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev li salona Bilor a Serçinar hate lidarxistin. Her wiha gelek mêvan û rêxistinên siyasî tevlî konferansê bûn.
Konferansa Encumenên Rojavayê Silêmaniyê ya Tevgera Hemwelatiyên Azad û Wekhev li salona Bilor a Serçinar bi beşdariya gelek delege, mêvan û rêxistinên siyasî bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên Kurdistan destpê kir. Paşê dîwan hat hilbijartin û belgeya ku li ser navê Komîteya Amadekar hatibû amadekirin ji aliyê Rehman Resul hat xwendin. Resûl da xuyakirin ku lidarxistina Konferansa Encumenên Rêxistina Hemwelatiyên Azad û Yeksan di demek bi vî rengî de bi wate û pêwîst e û wiha dirêjî da axaftina xwe û got; “Rêxistinek dema ku konferansekê yan kongreyekê li dar dixe helbet li ser bingeha pêwîstiyan pêk tîne, em jî weke Rêxistina Encumenên Hemwelatiyên Azad û Wekhev beriya hemû tiştî pêwistî bi rêxistinê dibînin û em rêxistinkirinê weke bingeha avakirina civaka nû pênase dikin. Em dibînîn ku civak bi tevayî di bin zext û qeyranekê de dijî û sedema bingehîn a vê zext û qeyranê jî, ji nerêxistinkirina civak û di nava civakê de şexs digire, ji ber vê me pêwîstî bi damezirandina konferanseke bi vî awayî dît ku, em rêxistin, xebat û têkoşînek rast bidin meşandin.”
Di heman demê de Bekir gotara ku li ser navê Tevgera Hemwelatiyê Azad û Wekhev hatibû amade kirin xwend û wiha got; “Em weke gelê Kurd û hem jî weke civak di pêvajoyek gelek hessas û nazik re derbas dibin, ji ber wê pêwîstî heye ku em di vê pêvajoyê de pir bi hişyarî tevbigerin û wiha dirêjî da axaftinên xwe; “Di roja me ya îro de siyasetek pir qirêj li ser gelê me û civaka me tê meşandin. Ev siyaset dihêle ku civak, di nava civakê de şexs bêvîn bibe, ji rewşeke lewaz razî be û civakê ber bi rûxandinê ve dibe.” Dr. Bekir bi bîr xist ku eger ev siyaset li ser civakekê were meşandin ew civak bêvîn dimîne û di heman demê de baweriyê jî nikare bi xwe bîne.” Bekir anî ziman û got; “Me weke Tevgera Encumeniya Hemwelatiyê Azad û Wekhev beriya sê mehan pênc komîsyon, Komîsyona Rêxistinî, Civakî, Ciwanan, Karkeran û Jîngehê ava kir û wê ev komîsyon karê ku di van sê mehan de kirine di konferansê de binirxînin û projeyên nû ava bikin.”
Dr. Bekir di dawiya axaftina xwe de wiha got; “Rojavayê Kurdistanê îro di rojên dîrokî re derbas dibe û heya mirov dikare bêje ku Rojavayê Kurdistanê dîrokê dinivîse bi berxwedan û têkoşîna neteweyî û niştimanî. Lewma pêwîst e her Kurdek li ku dibe bila bibe pêwîst e xwe li beramberî Rojavayê Kurdistanê berpirsiyar bibîne û ev erka neteweyî ya her Kurdekî ye.”
Di heman demê de nûnerên Rêxistina Jinên Azadîxwazên Kurdistanê RJAK’ê jî peyama xwe di Konferansa Encumenên Tevgera Hemwelatiyê Azad û Wekhev a Rojavayê Silêmaniyê de xwend. Li ser navê RJAK’ê Sîna Xan peyam xwend û wiha got; “Jin ji destpêka dîrokê heta niha her dem bi berpirsiyartiyên xwe rabûye, ji lewma pergala Tevgera Encumenên Hemwelatiyên Azad û Yeksan em weke hîma civakê dibînîn” û Sîna wiha dirêjî da axaftina xwe; “Jinan têkoşînên bêhempa dane, ev yek di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî derket holê ku jin careke din ji dîrokê re da diyarkirin ku ew ê tu carî sîstemên koledar û desthilatdar nepejirînîn û banga li hemû jinan kirin da ku li her qadên jiyanê ji bo azadî û mafê xwe têbikoşîn.”
Dîsa li ser navê ciwanan jî Rêber peyama ku amade kiribû xwend û wiha got; “Em weke ciwanên Encumanên Tevgera Hemwelatiyê Azad û Wekhev xwe di ber bicihkirina pergala konfederalîzma demokratîk de berpirsiyar dibînin û em dizanîn ku weke ciwan di ber bi şêweyekî rast, têkoşîneke rast, fikrandineke rast û jiyaneke rast de berpirsiyar in. Em li beramberî hemû cureyên êrîşên pergala desthilatdar a li ser ciwan û tevahiya beşên civakê bi van helwestan vala derxin.”
Konferans bi hilbijartina komîsyoneke nû bi dawî bû.