Encû yê HDP’yî ji parlamenteriyê hate xistin-NÛ BÛ
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encû piştî ku cezayê wî yê girtîhehê teqez bû ji parlamenteriyê hate xistin.
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encû piştî ku cezayê wî yê girtîhehê teqez bû ji parlamenteriyê hate xistin.
Piştî ku dadgehê cezayê teezbûyî yê Parlamenterê HDP’ê Ferhat Encû pejirand, tezkereya ji parlamenteriyê xistina Encû li Kombûna Giştî hate xwendin û Encû ji parlamenteriyê hate xistin.
Piştî ku cezayê ku Dadgeha Edlî ya Herêmê ya Dîlokê Cotmehê pejirandin îro Encû ji parlamenteriyê hate xistin. Li Kombûna Giştî ya Meclîsê piştî axaftina derî rojevê tezkereya serokwezîriyê ya derbarê Encû hate xwendin.
Encû 4’ê Mijdara 2016’an hatibû girtin û piştî ku 3 sal 5 mehan li girtîhê mabû hatibû berdan lê piştî ku hatibû berdan bi du mehan dîsa 17’ê Sibatê hate girtin.
Bi ya Encû re, heta niha 7 parlamenterên HDP’ê ji parlamenteriyê hatine xistin.