Encamnameya Civîna Konseya Rêvebir ya KNK’ê hate eşkerekirin

Konseya Rêvebir ya KNKê, civîna xwe ya asayî ya yekemîn, piştî 17. Civata Giştî ya KNK’ê, di roja 11.11.2017’an de pêk anîbû û encamnameya vê civîna xwe eşkere kir.

Konseya Rêvebir ya KNKê, civîna xwe ya asayî ya yekemîn, piştî 17. Civata Giştî ya KNK’ê, di roja 11.11.2017’an de pêk anîbû û encamnameya vê civîna xwe bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir.

Daxuyaniya KNK’ê wisa ye:

“Di civîna Konseya Rêvebir de rewşa cîhan, Rojhilata Navîn û Kurdistanê, bi berfirehî hat guftugokirin.

Di Derbarê rewşa Kurdistanê de, Konseya KNK’ê yek bi yek li ser rewşên beşên Kurdistanê bi taybet rawestiya. Her wiha polîtîkayên dewletên dagirker ên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê jî bûn mijarên nirxandinê.

Her çiqas erîşên dewleta Tirk li dijî gelê li Bakurê Kurdistanê her diçe zedetir jî dibe, berxwedana li hember nijadperestî û erîşkariya hikûmeta AKP’ê jî ewqas pêşve diçe. Ji ber ku dewlet bikaranîna hemû şewazên perçiqandin û çewisandinê encamê nagire, dikeve nava legerînan da ku zextê zedetir bike.

‘ARMANCA DEWLETA TIRK EW E KURD TI ENCAMAN BI DEST NEXE’

Dewleta Tirk hebûn û nebûna xwe, bi pirsgirêka Kurd ve giredaye û di vê çarçoveyê de jî hem siyaseta xwe ya navxweyî û hem jî ya navdewletî li ser dijberiya Kurdan ava kiriye. Stratejiya dewleta Tirk, bi zelalî stratejiya antî-Kurd e. Di wê mijarê de, dewlet ferq û cûdahiyê nake navber Kurdên Bakur, Rojhilat, Başûr, Rojava û yên derveyî welat. Hemû hewldanên dewleta Tirk ew in ku çi dibe bila bibe di mijara ji nû ve destgirtina Rojhilata Navîn de, divê Kurd encamekî pozîtîf bi dest nexin. Piştî ku dewleta Tirk şerê xwe yê herî dijwar ji 2015 an û vir ve, li Bakurê Kurdistan û 2012 an û vir ve jî li dijî Rojavayê Kurdistan û Bakûrê Sûriyeyê meşand û encam negirt, niha piştî referandûma Başûrê Kurdistanê, êdî wî şerî pir vekirî li dijî Başûrê Kurdistanê jî dimeşîne. Ji ber ku bi tena serê xwe nikare hêza Kurdan bişkîne, piştî referandûma Başûrê Kurdistan mecal dît ku peşengtiyê ji bo avakirina tifaqa dijî Kurd li gel Îran, Iraq û Sûriyeyê pêş bixe.

Li gorî dewleta Tirk lazim e di guhertinên navçeyê de, Kurd bêpar bimînin û dîsa wek sedsala 20’an bimînin û di bin nîrê dagirkeriyê de bin. Her wiha ji ber ku Kurd bi serkeftinên xwe li Bakur, Rojava û Başûr xwediyê girîngiyeke mezin in, dewleta Tirk dixwaze Kurd ji wê astê dakevin xwarê û pirsgirêka Kurd dîsa wek sedala 20’an, ango wek pirsgirêka navxweyî ya Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê bê dest girtin. Bi ti awayî dewleta Tirk naxwaze Kurd bi îradeya xwe, li ser navê xwe wek aktor, mafê xwe yê çarenivîsê bi dest bixin.

‘BI RIZGARKIRINA REQAYÊ RE DEWLETÊN MÊTÎNGER KETIN NAVA TIRSEKÎ MEZIN’

Di siyaseta Kurdî de pêwîst e bi pênasekirinek neteweyî di derbarê dewleta Tirk de hebe. Bi kurtasî dikare bê gotin ku dewleta Tirk bi şovenîzm, nîjadperestiya xwe ve dijminê gelê Kurd yê sereke ye. Îranê jî, destekeftiyên Kurdan ji bo xwe wek pirsgirêkeke esasî dibîne. Îran û Tirkiye bi taybetî jî piştî serkeftina dîrokî ya li Reqayê ketin nava tirsek mezin. Dixwazin pêşiyê bigrin da ku di asta navdewletî de projeya demokrasiya di bin peşengtiya Kurdan li gel Ereb, Aşûrî-Sûryanî-Keldanî li Bakurê Sûriyeyê, bi ser nekeve. Herdu dewlet dizanin ku êdî piştî serkeftina Reqa, edî pirsgerika çareseriya pêşeroja Sûriya Demokratîk ketiye rojeva siyaset û dîplomasiyê. Êdî zedetirî şer, nîqaşên siyasî û dîplomasiyê ketine rojevê. Hem Amerîka û hem jî Rûsya, bi taybet piştî Reqa û hewldanên rizgarkirina Dêra Zorê, dizanin ku beyî Federasyona Demokratîk ya Bakûrê Sûriyeyê nikarin pêş bikevin.

Ji aliyekî ve, Îran li ser rêya rejîma Sûrîyê, ji aliyê din ve jî Tirkiye bi taybet li ser rêya Îdlîbê, dixwazin pêşiya demokrasiya FDBS’ê bigrin.

Bi hemû hêza xwe dixwazin Kurdan derveyî platformên navdewletî yên siyasî û dîplomasiyê bigrin. Dewleta Îranê piştî serkeftina Reqa û referandûma Başûrê Kurdistanê siyaseta xwe ya dijî Kurd tundtir kir. Ji aliyê din ve, li Rojhilatê Kurdistanê darvekirin, girtinên siyasetmedaran, kuştinên kolberan bi baldarî zedetir kiriye. Her wiha li Başûrê Kurdistanê jî, hewldanên xwe yên dagirkeriyê bê navber berdewam dike. Ligel dewleta Tirkiyeyê, Îran jî bi bandora xwe li ser hukumeta Iraqê dixwaze şerê Kurd û Ereb li Iraqê derbixe. Lê, hêz û quweta Îranê nîne ku bi siyaseta xwe ya dijî Kurdan bi ser bikeve. Îranê destê xwe avêtiye hemû cîhên nakok yên herema Rojhilata Navîn. Ji ber wê jî niha hêza esasî ya bê îstîkrarkirina navçeya Rojhilata Navîn e. Bi wê sedemê jî nakokiyên wê li gel gelek dewletên navçe û cîhanî hene. Herî dawî zindîbûyîna siyaseta Erebîstana Siûdî; pekhatina qeyrana Lubnan nîşan dikin ku hêdî hêdî stratejiya Îranê ya di bin navê Hîlala Şîa de, tê tengavkirin û dorpêçkirin. Di rewşeke wisa de şerekî dijî Kurd, wê Îranê bike rewşeke pir aloz û krîtîk.

‘JI BO BERJEWENDIYÊN TIKRIYE Û ÎRAN NEKEVIN NAVA TIFAQA DIJMINAHIYA DIJÎ KURDAN’

Konseya Rêvebir ya KNK’ê di derbarê siyaseta hikuûmeta navendî ya Iraqê de, gelek nirxandin kir. Erîşên li ser deverên nakok ên li ser Kerkûk, Xurmatû, Xaneqîn, Celawla, Şengal, Mexmûr, Mûsil hwd, bi rêya hezên paramîlîter ên wek Heşdî Şabî, weke dagirkerî destnîşan kir. Mecal û derfet hebûn ku hikûmeta navendî bi rêya diyalogê, pirsgirêka ligel Herêma Kurdistanê çareser bikira. Lê ewan bi desteka Tirk û Îranê êrîş kirin. KNK bang li hukumeta navendî dike ku ji bo berjewendiyên Tirkiye û Îranê, nekeve nava tifaqa dij Kurd. Pêwist e li rewşa krîtîk û lewaza û tecîrtîkiri li Tirkiye û Îran ders bigre. Pêwist e Iraq bizanibe ku ne Tirkiye û ne jî Îran ji bo berjewendiyên gelê Iraqê xêrxwaz nebûne. KNK hîşyarî dide hukumeta navendî, da ku li ser navê Îran û Tirkiyeyê şere vekaletê, li dijî Kurdan pêk neyne. Li ser prensîbên destûra bingehîn ya Iraqê, dubare em banga avakirina zemîna diyalogê dikin.

‘LI ŞÛNA HEV TEWANBARKIRINÊ, YEKÎTIYA NETEWEWÎ PÊŞ BIXIN’

Konseya Rêvebir bi taybetî li ser rewşa Başûrê Kurdistan sekinî. HeTa niha KNK’ê bi baldarî li ser Başûrê Kurdistanê sekiniye û bi peşxistina karên xwe li Başûr hewldaye ku diyaloga navxweyî xurtir bike. KNK’ê bi çendîn bang û daxûyaniyan, rewşa Başûrê Kurdistan piştî referandûmê dest girtiye. Her çiqas bûyerên xemgîn ji piştî referandûme derketine holê jî, berpirsyarên siyasî yên Başûrê Kurdistan heta îro jî dewsa rexnedayînê, ketine nava rewşa hev tewanbarkirinê. Lê pewîstiya leborîn û rexnedayînê beramberê gel heye. Sîyaseta şaş hatî meşandin, îro herî zede tesîr li ser jiyana gel kiriye. Siyaseta desthilatdar ya ku bûye sedema pirsgirêkan, bi israr kêmasiyên xwe berdewam dike. Tewanbarkirina dij hev, li ser girtina pirsgirêkan e. Konseya Rêveber dubare bang li hemû hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dike, da ku di bin sîwaneke neteweyî de stratejiya siyaseta yekîtiya navxweyî pêş bixin.

Mixabin rêveberîya Başûrê Kurdistanê di çarçoveya berpirsiyariya siyaseta xwe de gelê me ronî nake û dewsa wê ketiye nava xweparastine. Ji ber wê sedemê jî, pirsgirêka hev tawanbarkirinê derdikeve peş. Ev jî dihêle ku dewletên dagirker qezenc li ser parçebûyîna siyasî bidestbixin.

‘DUBAREKIRINA SIYASETA KILASÎK BI KURDAN DIDE WINDAKIRIN’

Konseya Rêvebir ya KNK’ê pirsgerikên ku piştî referandûmê qewimîn û berdewamin, wek pirsgirêkên kevin dest girt. Ji ber vê yekê jî, pewîstî bi destgiritineke kûrtir heye. Bi giştî derket holê ku pewîstî bi nûbûyîna hişmendiya siyasî heye. Dubarekirina siyaseta klasîk bi Kurdan dide windakirin. Kurdan, bi sedema siyaseta parçekirî, ezezitî, hem di qonaxa şerê cîhanê yê 1’emîn û him jî yê 2’emîn de wenda kir. Lê îro di qonaxa şerê cîhanê yê 3’emîn de derfet û mecalên serkeftinê zêdetir in. Ne Kurd Kurdên kevn in, ne Rojhilata Navîn û ne jî cîhan wek berê ye. Israrkirina kevneperestiyê, îro dide windakirin.

‘AVAKIRINA HIŞMENDIYEK DEMOKRATÎK PÊWÎST E’

Nirxandin û analîzên rasteqînî dikarin li Başûrê Kurdistanê bibin destpêka avakirina hişmendiya nûjên. Berî her tiştî avakirina hişmendiyeke demokratîk pêwist e. Beşdarkirina civakê di siyaset û bîryaran de, êdî zarûrî ye. Siyaset pêwist e bikeve bin kontrola gel.

‘DIVÊ JI SERKEFTINÊN ROJAVA EZMÛN BÊN GIRTIN’

KNK di wê baweriyê de ye ku her çiqas piştî referandûmê gelê me yê Başûrê Kurdistanê nerazî û xemgîn be jî, pêwîst e ji mecalên serkeftinê bêpar nemîne. Bi xwedîderketina ezmûnên Rojavayê Kurdistanê, her wiha xurtkirina diyaloga gel di navbera Başûr û Rojava de, dikare xizmeta rêya avakirina siyaseteke nû li Başûrê Kurdistanê veke. Di wê derbarê de jî, KNK’ê pewîstiya danûstandina di navbera her dû parçeyan de, wek bingeha bi hev hêzkirinê dibîne. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê, lazim e bizanibe ku hêza hemû Kurdan li Bakûr, Rojava û Rojhilat li pişta wan e. Moralê xwe ji hêza Kurdan ya li Rojava, Rojhilat û Bakûrê Kurdistan bigire.

Konseya Rêvebir ya KNK’ê di wê çarçoveyê de pewîst dît ku rê û rêbazên karên xwe yê li ser Başûrê Kurdistanê jî, li ber çavan re derbas bike. KNK pewîstî dibîne li gel berdewamkirina karên xwe li gel partiyên siyasî, kar û xebatên xwe rasterast, di nava civakê de, pêş bixe. Bi çêkirina platformên cuda li gel nûnerên civakê, KNK dixwaze karê xwe bi taybet ji bo Başûrê Kurdistanê xurtir bike, da ku bi hêza gelê me guhertinên demokratîk, di siyaseta Başûrê Kurdistanê de, pek werin.

‘KNK PIŞTGIRIYA HEMÛ ÇALAKIYÊN LI EWROPA DIKE’

Civîna Konseya Rêvebir ya KNK’ê wek xaleke grîng li ser siyaseta hikûmeta Elmanyayê ya li dijî Kurdan, rawestiya. Di van rojên dawî de êrîş û qedexeyên li ser sembolên Kurdan wek al û rengên Kurdî, her wiha posterên Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan zêde bûne. Hikûmeta Elmanyayê her wiha di dema referandûme de jî, siyasata xwe ya neyênî di derbarê Başûrê Kurdistan de jî nîşan dabû. KNK bang li hikûmeta Elmanyayê dike ku şerê vekaletê li ser navê AKP’ê, li dijî Kurdan nemeşîne. Her wiha pêwîste hikûmeta Elmanyayê bizanibe ku KNK polîtîkaya tecrîta li Îmraliyê ya dewleta Tirk dijî Rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan dide meşandin, wek pirsgirêka neteweyî dest digire. Di vê derbarê de, KNK çalakiyên gelê me yê li Ewropayê ji bo azadkirina Rêberê KCK’ê û hemû girtiyên siyasî silav dike û piştgiriya xwe destnîşan dike. KNK bang li hukumeta Elmanyayê dike ku tifaqên xwe yên ekonomîk û siyasî li gel Tirkiyê û Îranê, ne li ser pişta Kurdan ava bike. Êdî li Rojhilata Navîn diyar bû ku hezên dijminatiya Kurdan dikin bin dikevin, yên dostaniya Kurdan jî dikin bi ser dikevin.

‘DIVÊ JINÊN KURD JI BO DEMOKRASIYÊ DENGÊ XWE BILIND BIKE’

KNK bi sedema 25‘ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li Fijî Şideta li Hember Jinan, bang li jinên Kurd û Kurdistanî dike ku jin xwe wek hêza esasî ya pêşxistina çanda demokratîk bibînin û bi wê hezê jî, hemû şewazên tundiyê têk bibin. Bi dengê bilind û avakirina ruhê yekîtiya netewî, divê jinên Kurd dengê xwe, ji bo demokrasiyê, wê rojê bilind bikin. Di civakeke demokratîk de, pirsgirêka tundûtûjiyê, ji holê radibe.

Konseya Rêvebir a KNK’ê wek xaleke girîng, xwe li gorî biryar û peşniyarên 17. Civata Gîştî ya KNK’ê rêxistin kir. Di wê çerçoveyê de karên xwe yên rêxistînî û pratîkî girt dest. Her wiha xebata dema derbazbûyî jî nîqaş kir û plansazîya xebatê ya dema pêş jî amade kir.

Konsey li ser mîsyon, erk û plankirina karên komîsyon û komîteyên KNK’ê rawestiya. Li gorî wê, berspirsiyarên organên KNK’ê destnîşan kir.

Wek Cîgirên Hevserokan Tahîr Kemalîzadeh û Dilşa Osman; her wiha Hakîm Farûq Jamîl wek Şewirmendê Hevserokatiya KNK’ê hatin hilbijartin.

Serokên komîsyonan:

1.   Komisyona Karê Derve: Adem Ûzûn

2.   Komîsyona Jinan: Dilşa Osman

3.   Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê: A. Avesta Aydin

4.   Komîsyona Jîngehê: Dr. Abdullah Îbrahîmzadeh

Serokên Komîteyan:

1.   Komîteya Ragihandinê: Refîk Xefûr

2.   Komîteya Darayî: Zubeyir Aydar

3.   Komîteya Mafe Mirovan: Behzad Pîrmûsa”