Encamnameya civîna 6. a Koordînasyona HDK-A eşkere bû

Koordînasyona Hewldana Ewropayê ya HDK'ê, encamên civîna xwe ya şeşemîn a 22'ê Cotmehê, ku li paytexta Belçîka Brukselê pêk anî eşkere kir.

Di encamnameyê de hat ragihandin, ji Elmanya, Swîsre, Fransa, Belçîka û Hollandayê endamên koordînasyonê, hevberdevk û endamên koordînasyonên hin welatan tevlî civînê bûn û hat gotin, "Me di civîna xwe de perspektîfa damezrandinê û xebatên HDK-A nirxandin û plansaziyek li ser dema pêş amade kirin."

Di encamnameyê de hat destnîşankirin, ku HDK Ewropa, perspektîfa xwe ya damezrandinê ji rêxistinbûna HDK'ê ya li Ewropayê digire û hat gotin, "Di vê çarçoveyê de, vîna hevpar a HDK-A ye ku Ewropayê bibe parçeyek ji têkoşîna ked, demokrasî û azadiyê ya li welêt û pirsgirêkên siyasî, çandî, zayendî û aborî yên koçberên Kurdistanî û Tirkiyeyî bike meseleyeke têkoşînê."

Li gorî encamnameya hat eşkerekirin; xebatên kongreya damezrandinê yên ji bo meclîsên bajêr zêde bûne û bi Kongreya Elmanya ya 6'ê Mijdarê re wê pêvajoya kongreyên welatan dest pê bike.

Di encamnameyê de hat destnîşankirin, ku xebatên damezrandinê yên HDK-Ewropa dewam dikin û wê vî karî bi kongreya Ewropayê re derxînin asta herî bilind.

Hat ragihandin, dema kongreyê jî ji ber sedemên teknîkî weke 4-5'ê Sibata 2017'an ji nû ve hatiye diyarkirin.

Li gorî encamnameyê, divê xebatên HDK-A bigihêjin derdoreke hê berfireh a civakê, rêxistin, sazî û mirovên ji netewe, bawerî û nêrînên cuda yên siyasî tevlî vî karî werin kirin.

Her wiha hat destnîşankirin, ku xebatên rêxistinbûnê yên HDK-A divê bi têkoşîna siyasî ya pratîkê re di zikhev de werin meşandin û erk û berpirsyariyên girîng ên pêvajoya heyî hatin bibîrxistin.

Bal hat kişandin ser kampanya "Nebe hevparê sûc" ku di dawiya meha Cotmehê de qediya û hat ragihandin, biryara li ser dewamkirina vê kampanyayê wê ji aliyê rêxistina HDK a Elmanyayê ve were dayîn.

Ji bo meşandina xebatên li ser bername û rêziknameyê jî, komîsyonek taybet hat amadekirin.

Di civînê de xebatên dema bihurî hatin nirxandin û hat destnîşankirin ku wê ji niha û pê ve xebateke xurtir were meşandin.

Li gorî daxuyaniyê, civîna di rêzê de ya koordînasyonê wê di 20'ê Mijdarê de li Kolnê pêk were.