Encamnameya Civata Giştî ya HDK’ê ya 8’emîn

Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) Encamnameya Civata Giştî ya ya 8’emîn îro eşkere kir û peyama “Li hemberî faşîzmê yekîtî, bi komara demokratîk re azadî” hate dayîn.

Kongreya Gelan a Demokratîk (HDK) Encamnameya Civata Giştî ya 8’emîn îro eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

‘XETA SÊYEMÎN XWE AVA DIKE’

Hêzên hegemonîk ên kurewî dixwazin hemû nasnameyên civakî têxin nav pergala xwe û wan bihelîne. Li hemberî van tiştan gelên bindest, jin û hemû hêzên civakî bi berxwedanên dîrokî û berdêlên mezin pergalên xwe yên azad û demokratîk ava dikin. Jiyana alternatîf û lêgerîna pergalê ya li derveyî kapîtalîzmê wekî xeteke sêyemîn xwe ava dikin. Şoreşa Rojava ya ku bi berxwedanê hate kirin ji bo gel, jin û ciwanan qadên azad ava dike û rêya rizgariyê nîşanî gelan dide.

‘AKP DI 7’Ê HEZÎRANÊ DE TÊK ÇÛ, DEST DANÎ SER ÎRADEYA AZAD’

AKP a ku bi têkoşîna hêzên demokrasiyê di 7’ê Hezîranê de têk çû, bi hêzên faşîst re tifaqek ava kir û qada siyaseta demokratîk tasfiye kir. Qeyyûm li ser şaredariyan peywirdar kir û hevserokên şaredariyan girt û dest danî ser îradeya gelan a azad. Bloka desthilatdariyê ya faşîst dixwaze faşîzmê li her zemîna civakê belav bike.

‘AKP LI HUNDIR Û DERVE DI ŞER DE YE’

Bi pergala bekçîtiyê dixwaze kolanê teslîm bigire, bi sed hezaran kesan dike hêzên paramîlîter û li dijî berxwedanan amadekariyan dike. Bloga faşîst a ku li hundir van tiştan dike li derve jî li hemberî nirxên gelan ên wekî Rojava şer dike.

TECRÎD Û GIRTÎGEH

Di nav van şeran de tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan ne bi tenê li dijî kesekî ye. Ev tecrîd tê wateya tecrîda li ser gelan û lêgerîna jiyana bi hev re. Di heman demê de girtîgehên nû tên avakirin û bi ferzkirina cilên yektîp dixwaze îradeyê bişkînin. Wê girîng be ku mirov berxwedana li derve û ya girtîgehan bike yek.

‘BERNAMEYEKE ŞÊNBER A TÊKOŞÎNÊ…’

Kongreya Gelan a Demokratîk bi lîstina rola xwe ya dîrokî divê pergala demokratîk û azadîxwaz ava bike. Ev tê wateya avakirina Komara Demokratîk. Komara Demokratîk bi konferansên demokrasiyê re, bi xebatên peymanên civakî û meclîsên gel ên demokratîk wê bibe bernameya têkoşînê ya şênber.

‘EM Ê STÛYÊ XWE XWAR NEKIN!’

Wekî encam bi tevlêbûna bi sedan delegeyan, me Civata xwe ya Giştî ya 8’an bi coşeke mezin li dar xist. Hêzên ku êrîşî me dikin çiqasî xurt bin jî em ne neçar in. Wê hilweşandina faşîzmê bi destên me be. Dixwazin me bi tenê bihêlin, li hemberî vî tiştî divê em ligel hev bin û çareseriya xwe ava bikin. Li hemberî van tiştan gotina me gelekî zelal e;

Li hemberî faşîzmê yekîtî, bi komara demokratîk re ber bi azadiyê ve!

Bi meclîsan re ber bi demokrasiyê, bi komara demokratîk re ber bi azadiyê ve!”