Encamên otopsiya li ser cenazeyên sê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hate kirin piştras kir ku gulle li serê wan xistine û înfaz kirine. Lê hat diyarkirin ku lê ne tenê gulleyek hatiye bikaranîn.
Li gorî encamên otopsiyê yên ku îro hatin aşkerekirin, ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, Nunera KNK’ê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez 9’ê çileyê di navbera 18.00-19.00 de hatine înfazkirin.
JI YEKÊ ZÊDETIR GULLE LI SERÊ WAN XISTINE
Li gorî encamên ootopsiyê, ji yekê zêdetir gulle li serê her yek ji wana xistine. Çavkaniyek ji ji kanla TF1 re axivî û got: “4 gulle li serê yek ji wana xistine û her du yên din jî sê gulle lê ketine.”
Heta niha ji ber êrîşê tu kesek nehatine girtin û kesê êrîşê negirtiye ser xwe. Li gorî hin agahiyan gelek kesan daye diyarkirin ku wana roja çarşemê dengê gulleyan bihîstine û hat zanîn ku polîsan îfadeya kesek ji wana girtiye.
Li gorî agahiyên ANF’ê bi dest xistine, cenazeyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez îro ji Saziya Tiba Edlî birine morgê. Malbatan ji bo girtina cenazeyan serlêdan kir.