Emîne Şenyaşar: Hovên ku em qetil kirin we kirin wekîl

Emîne Şenyaşar çalakiya xwe li ber Wezareta Dadê di roja 110’an de berdewam kir. Emîne Şenyaşarê bang li serokkomarê AKP’î Erdogan kir û got: “Hovên ku em qetil kirin, we kirin wekîl.”

Emîne şenyaşar

Emîne Şenyaşar di 14'ê Hezîrana 2018'an de hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê berê yê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar ji bo darizandina kujeran û kurê wê yê girtî serbest bê berdan li Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû û niha li Enqereyê didomîne. Nobeta Edaletê ya Şenyaşar di roja 110’an de didome. Platforma Şaxên KESK’ê ya Enqereyê û parlamenerên DEVA’yê çûn serdana Emîne Şenyaşar.

Hevserokê şaxa SES’ê ya Enqereyê Îbrahîm Kaya li ser navê Platforma Şaxên KESK’ê ya Enqereyê axivî û got ew her tim li gel malbatê ne û wê li dijî dijhiqûqiyê wekheviyê biparêzin.

Cigirê giştî yê Partiya DEVA’yê  û berdevkê partiyê Îdrîs Şahîn jî got lêgerîna edeletê ya Emîne Şenyaşar daxwaza hemû civakê ye û got, rêya asayîbûnê ji edeletê derbas dibe.

Emîne Şenyaşar jî da zanîn ku dîmenên dema komkujiyê hatine winda kirin û got serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan vê dizane û wiha got: “We hovên ku komkujî kirin, kirin wekîl. Bi vê we xwe li hember cîhanê rezîl kir.”

Her wiha çalakiya Sevînç Çakir ku kurê wê piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hatibû girtin, jî di roja 31’emîn de berdewam kir.