Emad Aslan li Wûppertalê hate bîranîn
Ji bo şervanê YPG'ê Emad Aslan ê 15'ê Tebaxa 2017'an li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di şerê dijî DAIŞ'ê de şehîd bû, li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê teziye hate danîn.
Ji bo şervanê YPG'ê Emad Aslan ê 15'ê Tebaxa 2017'an li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di şerê dijî DAIŞ'ê de şehîd bû, li bajarê Wûppertal ê Elmanyayê teziye hate danîn.
Çalakiya bîranînê saet 15:00 li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Wûppertalê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Xizmên şehîd Emad Aslan, nûnerên Saziya Malbatên Şehîd û Windayan li Ewropayê (KOMAW) û gelek Kurdistanî tevlî bûn.
Nûnerê KOMAW'ê li vir axivî û bal kişand ser têkoşîna bi rûmet a li çar parçeyên Kurdistanê, ku dijî dijminên mirovahiyê tê meşandin û di vê têkoşînê de gelek şehîd hatine dayin.
Bi navê malbata şehîd jî axaftin hate kirin û hate gotin, "Emad jiyana xwe diyarî azadiya Kurdistanê kir, di vê oxirê de bi lehengî şer kir û şehîd bû. Em ê jî xwedî li têkoşîna wî ya bi rûmet derkevin û her tim dilsozê bîranîna wî bin."
Piştî axaftinan, çalakiya bîranînê bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" qediya.