Malbata Karadag, ku Yoruk û ekolojîst e, ji bo pêşî li talankirina xweza û mirovan bê girtin, banga dayîna dengê 'NA' kir. Malbata Karadag diyar kir, ji bo aştî û azadiyê, referandûma 16'ê Nîsanê girîng e û got, "Bêguman em ê bêjin NA."
OZGUR AYDIN
ÎZMÎR / ANF
yekşem, 26 adarê 2017, 08:10
Eniya dengê 'NA' roj bi roj berfireh dibe. Malbata Karadag, ku li navçeya Selçûk a Îzmîrê dijî, yek ji rengên eniya NA ye.
Malbata Karadag bi têkoşîna xwe ya ekolojiyê ya bi salan tê naskirin. Me vê carê di Newrozê de malbata Karadag dîtin. Malbata ku Yoruk û Tirkmen e, ji bo aştî û azadiyê dest bi karê referandûmê kir.
Malbata Karadag ku di her çalakiyê de bi pankartên xwe cih digire, li ser referandûma 16'ê Nîsanê ji ANF'ê re axivî.
Serokê Komeleya Çand, Xweza û Hawirdorê ya Efesê Tekîn Karadag destnîşan kir, ku ji bo aştî û siberojeke bedew ew ê bêje "NA".
Karadag anî ziman, welat li ser rêyeke nebaş e, divê pêşî li vê yekê bê girtin û wiha dewam kir: "Ji bo siberoja xweza û mirovên me ez dibêjim NA. Ji bo aştiyê dibêjim NA. Eger desthilatdariya heyî bi ser bikeve, wê aştî êdî xeyal be. Eşkere ye ku li vî welatî çi dikin, kîjan dek û dolaban digerînin. Timî hewl dan xwe dewlemend bikin û ev yek kirin. Ji xwarina mafê xizanan têr nebûn. Ji ber vê yekê dibêjim NA. Ji talanê re dibêjim NA. Ji şer re dibêjim NA. Ji bo siberoja welêt dibêjim NA."
'HEZAR CARÎ NA'
Dayika Bereket jî anî ziman, ku ji bo jiyaneke xweş û dûrî ji nebaşiyan ew dibêje NA û got, "Gelemperiya xwezaya herêma Egeyê tê talankirin. Ji bo pêşî li vê bê girtin em têdikoşin. Eger dengê 'erê' di referandûmê de bi ser bikeve, ev talan wê hê bi dijwarî bidome. Ji bo pêşîgirtina li vê yekê û ji bo aştî û biratiyê bang dikim ku her kes hezar carî bêje 'NA'. Her roj mirov li welêt dimirin, pêwîste pêşî li vê were girtin. Bi salan ji bo xwezayê em têkoşiyan. Niha jî em ê li dijî mirina mirovan têbikoşin. Di dengê NA de xêr heye."
'JI BO JINAN; NA'
Dayika Meryem diyar kir, ji bo pêşî li kuştina jinan bê girtin ew ê bêje NA û got, "Ji bo demokrasî û azadiyê ez ê bêjim NA. Ji bo jin neyê kuştin ez ê bêjim NA. Bihayê her tiştî zêde dibe, li welêt ti tişt li ser rêya nîne, ev ê çawa bê sererastkirin? Eger em bi ser nekevin, wê xwezayê talan bikin. Mirovê dilê xwe bi xwezayê naşewite, bi mirovan qet naşewite. Em ji bo siberojeke baştir têdikoşin. Bêguman em ê bêjin NA."
'JI BO XWEZA Û SIBEROJA WELATÊ ME; NA'
Xwişka Ayan diyar kir, ji bo pêşî li talankirina xwezasyê û mirovan bê anîn, ew ê bêje NA û got, "Em ji bo siberojeke baş a welêt dixebitin. Me di destpêkê de dest bi parastina axa xwe kir. Li her derê RES û HES hatin çêkirin. Ji bo pêşî li vê bigirin, em ketin ser rê û me gelên cuda nas kir. Niha jî ji bo aştî û demokasiyê lazim e em bi hewldaneke hevpar bêjin NA... Hêviya 'NA' mezin dibe. Ji bo aştî, demokrasî, azadiya jinê û rawestandina şer em dibêjin NA. Ji bo xwezayê em dibêjin NA."