'Em tevlî protestoya komkujiya Mereşê ya li Strasboûrgê bibin'

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E ji bo meşa li Strasboûrgê ya bi dirûşma "Ji Mereşê heta Roboskî ji bî rneke, nehêlê bê jibîrkirin" banga tevlîbûnê kir.

Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr xist ku li Mereşê di komkujiya 24'ê Kanûna 1978'an de ku bi destê dewletê li dijî Kurdên Elewî hate kirin, li gorî daneyên fermî 120 kes hatin kuştin, zêdeyî 1000 kes birîndar bûn, 552 mal û 290 kargehên Kurdên Elewî hatin şewitandin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku piştî komkujiyê 80 ji sedî yê Kurdên Elewî neçar man bajêr biterikînin û hat gotin, "Mîna komkujiyên Koçgirî, Dersim, Çorûm û Meletiyê yên beriya wê û komkujiyên Sêwas û Gazî yên piştre hatin kirin, ev komkujî di encama polîtîkayên faşîst ên Tirk-Îslamî yên dewletê pêk hatiye. Vê komkujiya bi destê dewletê hate kirin, di nava civaka Elewî de birînên mezin der kiriye.

Kujerên komkujiya Mereşê nehatin darizandin û mîna komkujiya Madimakê kujer hatine xelatkirin û li meclîsê hatine bicihkirin."

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E ragihand, piştî komkujiya li Mereşê polîtîkayên qirikrina çandî yên ji bo xerakirina demografiya erdnîgarê ketine dewrê û got, "Navenda bajarê Mereşê, navçe û gundên Kurdên Elewî hatine koçberkirin. Ev polîtîkaya qirkirinê ji sala 1978'an û vir ve hê jî li ser Mereşê didome. Bi şerê Kurdistanê yê salên 1990'î re tevî yên koçî metropolan kirin, gelekan koçî Ewropayê kirin."

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk planên xwe yên ji bo asîmîlasyon û guhertina demotgrafiya erdnîgariya Kurdên Elewî, piştî sala 1978'an li Sûr û Cizîrê li dijî berxwedana xwerêveberiyê û bi çêkirina kampa DAIŞ'ê li herêma Tero ya Mereşê xiste dewrê.

Dîwana Hevserokatiyê destnîşan kir ku polîtîkayên qirikrina Elewiyan, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê veguheriye polîtîkayeke hov û herî dawî deqkirina malên Kurdên Elewî yên li Meletiyê bi bîr xist ku ev yek provaya Mereşê bû.

Di dawiya daxuyaniyê de bal hate kişandin ser meş û mîtînga di salvegera komkujiyê de bi şiyra "Ji Roboskî heta Mereşê komkujiyan ji bîr neke, nehêle bên jibîrkirin" ku wê li Strasboûrgê bê lidarxistin û banga tevlîbûnê hate kirin. Dîwana Hevserokatiyê de got, "Divê em bi xurtkirina çalakiyên xwe hesabê Roboskî û Mereşê bipirsin.

Weke KCDK-E ji bo meş û mîtînga 16'ê Kanûnê ya li Strasboûrgê em bang li gelê xwe û dostên xwe yên li Ewropayê dikin ku tevlî bibin."