Em rastî dîrokeke veşartî hatin

Em rastî dîrokeke veşartî hatin

Li gundê Topzawa yê bi ser bajarê Daquqê ve ye, îxtiyarê bi navê Seid Qadir ku bi eslê xwe Kakaiyî ye, behsa  çand, jiyan, nivîsandina helbest û çêkirina hunera  dest kir.

Kakaiyî li ser xaka Mezopotamye xwedî dîrokek kevnar in. Heya roja îro çand û bawerî, hebûna xwe parastine û didomînin. Kakaî bi giraniya xwe, li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê bi cih û war in. Li Başûrê Kurdistanê jî li herêma Xaneqînê, Kelar, Banê û Daquqê dijîn.

Mamê Seid Qadir dibêje, ku bav û kalên wan demeke dirêj e li ser vê xakê dijîn û dem bi dem em rastî êrîş komkujî û neheqiyan hatine. Di bîra civaka Kakaî de dîroka xwe zanîn gelekî li pêşe.Tevî ku rastî êrîş, neheqî û komkujiyan hatine jî, tu car dev ji çand û  baweriyên xwe bernedane.

'ME TI CARÎ DEREW NEKIRINE'

Mamê Seîd ji me re wiha behsa rastiya Kakaiyan dike; "Dîroka Kakaiyan di dema siltan Îshaq de destpê kir. Li gorî me ji mezin û îxtiyarên  pêşiyên xwe bihîstiye, me ti carî derew nekirine û baweriya kesî nekişandine. Çawa em hatine ser rûyê dinyayê pêwendiyên me bi şert û mercan ve girêdayî bû. Me her tim jiyana xwe li ser esasê xwe xweparastinê domandine."

Mamê Seîd her wiha dest nîşan kir ku ji ber wan dev ji baweriya xwe bernedane, gelek caran rastî êrîşên ku ew dev ji çand û baweriya xwe berdin hatine û got, "Her tim ji me re gotin hûn ne Mislimanin. Dest danîn ser cih, war  û gundên me. Ji ber wê em neçar man ku warê xwe biterikînin û koçber bibin.

Di dewama axaftina xwe de mamê Seîd got, "Ev demek dirêje em li vir bi cih bûne. Em debara xwe bi xwedîkirina heywanan û çandiniyê dikin."

'DIXWAZIN DÎSA ME JI HEV BELAV BIKIN'

Mamê Seîd dibêje; "Çeteyên DAIŞ'ê niha hatine dîsa di bin navê ola Îslamê de ji me re dibêjin hûn ne Misilmanin, jinên we, zar û malê we helal in. Dîsa dixwazin me wêran bikin, ji hev belav bikin."

Der barê cih û warê ku ew niha li ser jiyan a xwe dewam dikin de mamê Seîd got, "Niha êdî cihê me heye û bi salane em li vir bi cih bûne. Cihê me ji  Erbet heyanî Seîd Sadik, li Bangilazerd û Dêreşîş hemû warê me ne, gundên me lê hene û li van deveran tapoya me heye."

Her wiha mamê Seîd xizaniya xwe bi van gotinan tîne ziman: "Wê demê kar nebû, mirovên me şivanî dikirin, paletî dikirin, pembo diçandin, pêlavên destan (Kilaşê Hewramî) çêdikirin, cil û bergên me her tim bi pîne bûn, dema em diçûn bajarekî weke Daquqê, ji bo tiştekê ji zarokên xwe re bikirin, bi deyîn me di anîn û heta salekê jî di deftera xwe de deyînê me dinivîsîn û kesekê ji me nedixwest, heta ku me genimê xwe diçinî û piştre me jê re pereyê wan  dibir."

'BAVÊ MIN HELBESTVAN BÛ'

Mamê Seîd demeke dirêje helbestan dinivise; li  ser girîngiya helbest  nivîsandinê jî wiha axivî; "Bavê min helbestvanekî  xurt bû, navê bavê min Seîd mele Abbas Helmiye. Gelek helbestên bavê min di nava dîwanên Kakaiyan de hatine gotin."

Mamê Seîd dibêje ku wî  yekemcar di salên 1960'î de dest bi nivîsandina helbestan kiriye û got, "Min cara pêşî li dibistanê helbestek bi zimanê Erebî ji ber kir. Ev helbest di dema îmtihana dibistanê de ji bîra min çû. Ez rabû min helbestekî di heman wateyê de, bi hema şêwayê nivîsî. Ji wir û şûnde min dest bi helbest nivîsandinê kir. Dema ku tiştek biqewime û li ser min bandora xwe bike, wê demê  ez helbestan  dinivîsim. Eger ez di wê kêliya helbest dihunim de nenivisînim, ji bîra min diçe. Ji ber wê ez di heman kêliyê de dinivîsînim."

Der barê naveroka nivîsên xwe de mamê Seîd van hevokan tîne ziman; "Ez rastiyên diqewimin tînim ziman, bûyerek biqewime pêwîste bi axaftinên min re yek be. Yên ku guhdarî helbestên min bikin diecibînin û dibêjin helbestên te ji bo her kes guhdar bike guncaw in."

'DI ZAROKATIYÊ DE MUZÎK Û HUNERA DESTAN BALA MIN KIŞAND'

Her wiha mamê Seîd Qadir demek dîrêje hunera bi dest re mûjûl dibe, dîsa dide diyarkirin ku ew pir ji amûrên mûzîkê hez dike. Mamê Seîd got; "Ez hîna zar bûm, min ji mûzîkê pir hez dikir. Fêrbûna min a ji mûzîk û hunera dest jî di wê demê de bi pêş ket. Min rojek bilûra di destê şivan de dît. Dengê bilûrê pir bala min kişand. Min saz hebû, dema zarok bûm nehelan biçim saz fêr bibim. Digotin tu biçî saz fer bibî tuyê dibistanê baş nexwînî û bimînî tê de. Çûm gel gelek mamosteyan ji bo fêr bibim û di dawiyê de fêr bûm."

'EM BI HATINA GERÎLA GELEKÎ DILXWEŞ BÛN'

Mamê Seîd Qadir axaftina xwe bi van hevokan bi dawî kir, "Min Serok Abdullah Ocalan û PKK'ê nas nedikir, lê hatina hevalan a li vê herêmê em pir kêfxweş kirin. Ne tenê ez bi giştî ji bo Kakaî bi xweşhalî hatin pêşwazîkirin. Ji ber ku ew mirovê  fedekar in."