'Em nikarin Demîrtaş bînin rûniştinê, ji ber ku karê me zêde ye'
"Zêdebûna kar" ji bo tevlînekirina Demîrtaş li rûniştina dozê weke hincet hate nîşandan.
"Zêdebûna kar" ji bo tevlînekirina Demîrtaş li rûniştina dozê weke hincet hate nîşandan.
Rûniştina doza li Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş hate vekirin, wê îro saet di 09:00 de li 7. Dadgeha Ceza ya Asliye pêk were. Di rûniştina beriya niha de heyeta dadgehê biryar dabû ku Demîrtaş tevlî vê rûniştinê were kirin.
Ji bo vê jî nivîsek ji Midûriyeta Girtîgehê ya Edîrneyê û Fermandariya Jendermeyan a Girtîgeha Edîrneyê re nivîsek hate şandin. Rayedarên girtîgehê bersiv dan vê nivîsa dadgehê û got, "Ji ber ku karê me zêde ye" nikarin Demîrtaş sewq bikin.