'Em mîna lîga şampiyonan e'

Li nava gelek partiyan lîsteya namzetan bûye krîz. Lê lîsteya HDP'ê ya namzetên parlamenteriyê bi coşeke mezin hate eşkerekirin. Di civînê de ku biryardarî û têkoşîn derkete pêş.

HDP'ê li Enqereyê civînek li dar xist û namzetên xwe da naskirin. Her wiha danezana jinan jî eşkere kir û bi vî rengî ragihand ku bi lîsteyeke xurt a jinan tevlî hilbijartinên 24'ê Hezîranê dibe. HDP ji destpêkê ve nîşan dide ku ji bo hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê ew bi rengekî hevpar çareseriyê hildiberîne. Lewma namzetên xwe yên parlamenteriyê jî gelekî cihêreng in. Velî Saçilik jî yek ji van e.

EM Ê JI BENDÊ DERBAS BIBIN Û XWE BIGIHÎNIN DENÎZAN

Namzetê Enqereyê Saçilik jî mîna namzetên din gelekî bala çapemeniyê dikişîne. Em bi zorê xwe digihînin wî. Li ser sedema namzetiya xwe ya li nava HDP'ê got, "Ez HDP'ê ne tenê weke partiyekê dibînim. HDP îro mifteya vekirina kilîda kaos û tevlîheviyê ye. Lewma HDP ji bo her eniyeke li Tirkiyeyê êdî girîng e. Ji bo Kemalîstan jî, ji bo pirsgirêka Elewiyan jî. Ji ber ku hemû li heman xaçerêyê derbas dibin. Ew jî HDP ye."

Velî Saçilik diyar kir ku ji ber vê yekê wî HDP tercîh kiriye û destnîşan kir ku wê ji bendê derbas bibin û xwe bigihînin Denîzan. Saçilik got, "Mebest ji Denîzan jî Denîz Gezmîş e. Em ji benda hilbijartinê derbas bibin jî wê têkoşîn bidome, mîna Denîz."

JI BER KU HDP DENGÊ MAZLÛMAN E

Em diçin cem namzetê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû û pê re sohbetê dikin. Gergerlîoglû got, "Namzetiya li nava HDP'ê tê wê wateyê ku mirov bibe dengê bindestan û mazlûman. Min di jiyana xwe de timî hewl da daxwaza demokrasiyê ya gelan bînim ziman û bi salan parêzvaniya mafên mirovan kir. Ji vî alî ve nêzî HDP'ê me. Lewma bûm namzet."

Omer Farûk Gergerlîoglû lîsteya namzetan a HDP'ê gelekî serketî dibîne û dibêje ku bikarhenerên medya civakî vê lîsteyê dişibîne tîma Barcelonayê. Û wiha dewam dike: "Bi dîtina min jî em li lîga şampiyonan e. Yên din ew partî ne ku li pey muteahît û îhaleyan e. Kadroyên me gelekî zindî û bi bandor in."

TÊKOŞÎNA JI BO HEMÛ JINAN

Namzeta Stenbolê Huda Kaya jî yek ji wan namzetan e ku gelekî bala çapemeniyê dikişîne. Em jî firsendê dibînin û pê re diaxivin. Kaya işaret bi polîtîka û hewldanên xwe yên li dijî şîdet, destdirêjî, destavêtin û komkujiya li jinan kir.

Kaya diyar kir, mêrantî zîhniyetek e û got, "Partî,b awerî, reng, zilman û zayenda vê nabe. Li her derê di her kêliyê de mirov dikarin li ber vê zîhniyetê rabin." Kaya destnîşan kir ku ne tenê jinên HDP'yî vê têkoşîna bi rûmet dikin, hemû jinên li ser rûyê erdê li vê qada têkoşînê ne.

YEKANE ADRESA XWEDÎDERKETINA LI BAWERIYA ÊZIDIYAN, HDP YE

Em piştre bi namzeta Êlihê ya Êzidî Feleknas Ûca re diaxivin. Ûca destpêkê diyar dike ku HDP partiyeke jinan e û ji bo pêşîgirtina li şîdeta li jinê û rawestandina faşîzmê, yekane alternatîf e.

Feleknas Ûca di dewama axaftina xwe de destnîşan dike ku li Tirkiyeyê timî bi çavê kafir li baweriya wan a Êzidiyatiyê hatiye nihêrîn û ji bo azadiya ol, ji bo xwedîderketina li baweriya Êzidiyan bang li civaka Êzidî kir ku dengê xwe bide HDP'ê. Ûca got, "Di demeke nêz de mala me ya serxweşiyê hate hilweşandin. Ti cudahiya vê bi kiryarên li Şengalê hatin kirin re nîne. Yekane adresa xwedîderketina li baweriya Êzidiyan, HDP ye. Divê em ji bîr nekin; du dengên me hene. Yek jê ji bo namzetê me yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş e, ya din jî ji bo parlamenteriyê HDP ye."

ME NÎŞAN DAN BÊ JIN PAŞEROJEKE ÇAWA DIXWAZIN

Namzeteke din a Êlihê Ayşe Acar Başaran jî işaret bi danezana HDP'ê ya jinan kir û got, "Partiyeke din a ku ji perspektîfa jinan tevdigere û çareseriyê pêşkêş dike, nîne. Ev yek nîşan dide ku HDP ji bo demokrasî û siyaseta Tirkiyeyê, ji bo jinan çiqasî girîng e. Me ne tenê danezan xwend. Me her wiha nîşan da ku jin paşerojeke çawa dixwazin, demokrasî û welatekî çawa dixwazin."

DIVÊ EM BAŞ QALA HDP'Ê BIKIN

Namzetê Aydinê Ferhat Tûnç got," Em zanin ku HDP hêvî ye. Lê ya girîng ew e ku ev hêvî bê vegotin. Wezîfeyeke girîng a me hemûyan ew e ku em qala HDP'ê bikin." Li gorî Tûnç a girîng ew e ku ji dengdêrên ne HDP'yî re qala rastiya HDP'ê û rola wê ya diyarker bê kirin.

EZ SERBILIND IM KU BÛME NAMZETÊ AMEDÊ

Garo Paylan ê ku ji Amedê bûye namzet destnîşan dike ku ew pê serbilind e ji ber ku ji Amedê bûye namzet. Paylan ku bi eslê xwe ji Meletiyê ye wiha dewam dike: "Weke ku tê zanîn li hemû bajarên Anatoliyê Ermenî hene. Wextekê nîvê nifûsa Amedê Ermenî û Suryanî bû. Dibe ku em îro kêm in, lê belê li her cihê Amedê şopa me heye. Ez jî, Amediyên din jî ji bo ew der bibe cihekî pir ziman, pir çand û pir reng, çi ji destê me bê em ê bikin. Ez ê ji bo aştiyeke bi rûmet têbikoşim."

XEMSARÎ NE KARÊ ME YE

Namzetê HDP'ê yê Hatayê Bariş Atay ku ji aliyê Ahmet Hakan ve hedef hate nîşandan û piştî wextekê hate destgîrkirin hate berdan, yek ji wan namzetan e ku gelekî balê dikişîne. Atay li ser serdema namzetiya xwe ya ji HDP'ê işaret bi zext û zordariya li HDP'ê kir ku ji 7'ê Hezîranê ve bi rengekî giran didome. Atay destnîşan kir ku li hemberî girtina parlamenterên HDP'yî, girtina hevşaredaran, kuştina mirovan, dorpêçkirina bajaran, wezîfeya her sosyalîst û mirovên xwedî wijdan e ku piştgiriyê bide HDP'ê û ev jî yek ji sedemên girîng ên namzetiya wî ye."

Atay da xuyakirin ku têkoşîna li nava şert û mercên zehmet, çêtir e û got, "HDP di vê demê de bi pirsgirêka bendê re rû bi rû hate hiştin. Enerjiyeke mezin heye, hêvî heye û weke ku her tim dibêjim, 'xemsarî ne karê me ye'."

HDP HÊ BI COŞ E

Namzeta Îzmîrê Serpîl Kemalbay ku wextekê Hevseroka HDP'ê bû qala karê hilbijartinê, namzetên HDP'ê û atmosfera hilbijartinê dike. Kemalbay diyar dike ku HDP ji berê bêhtir bi coş e û bi tecrûbeyên 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê, bi tifaqeke berfirehtir tevlî hilbijartinên 24'ê Hezîranê dibe.

Kemalbay destnîşan kir ku hatiye dîtin bê HDP ji bo gelên Tirkiyeyê firsendeke çiqasî girîng û mezin e û got, wê bi xurtî ji bo vê hilbijartinê bixebitin.

HÊZA GUHERTINÊ YA TIRKIYEYÊ, HDP YE

Namzetê Qersê Ayhan Bîlgen jî bi bîr xist ku ew di nava şert û mercên Rewşa Awarte de hilbijartinê dikin û got, "Wezîfeya tevahiya mûxalefetê ye ku Tirkiyeyê ji nava vî şerî derxîne. Lewma HDP jî di vî warî de ketiye nava hewldaneke bêhempa. Profîla namzetên xwe, ku ji hemû rengên civakê pêk tê, careke din nîşan da ku hêza guherînê ya li Tirkiyeyê HDP ye."

JI BER KU SÛR HILEWŞANDIN, EZ NAMZET IM

Di dema civîna danasîna namzetan de navê namzeta Amedê Remziye Tosûn gelekî tê bilêvkirin. Tosûn li ser namzetiya xwe got, "Ji ber ku mala me ya 20 salan, kolanên Sûrê hatin hilweşandin, ez bûm namzet. Sedema bingehîn a namzetiya min ev e. Zarokên me, canên me hatin kuştin, gel gelekî êş kişand. Ji ber ku HDP'ê dest ji gotina xwe ya aştiyê bernedaye, ji ber ku cihêkariyê naxe navbera nîjad, ziman û zayendan, namzet im."