'Em ji bo Rojava rabin ser piyan'

Defend Rojava ji bo çalakiyên girseyî yên 19'ê Cotmehê yên li Ewropayê banga tevlîbûnê kir.

Defend Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr xist ku hikumeta Erdogan û dewleta Tirk dagirkerî û komkujiyên xwe yên li Rojava li pêş çavên tevahiya dinyayê didomîne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku rejîma faşîst bi dagirkerî û komkujiyê dixwaze demografiya herêmê biguherîne û hate destnîşankirin, ku hêzên QSD, YPG û YPJ'ê, her wiha hêzên enternasyonalîst û gelên herêmê bi rengekî dîrokî li dijî êrîşan li ber xwe didin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku li gelemperiya dinyayê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê û azadiyê ji bo parastina Rojava her roj dadikevin qadan û hate gotin, "Dibin dengê Şoreşa Rojava. Şoreşa Rojava li derveyî şerê berjewendiyan ên Rûsya, Emerîka û hemû dewletên emperyalîst, têkoşîna gelên me ye ku bi hêza xwe dimeşînin. Ji ber vê yekê bi navê platforma 'Defend Rojava Ewropa' em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin, ku tevlî meşa navendî ya NRW a 19'ê Cotmehê bibin."

Li gorî daxuyaniyê dem û qada çalakiyê wiha ye:

Saet: 11:00
Baskê destpêkê: Ebertplatz (Düsseldorf, Essen, Duisburg, Dortmund, Münster, Bielefeld)
Baskê duyemîn: Clodwigplatz (Köln, Aachen, Bonn, Troisdorf)”