'Em ê xwedî li mafê berxwedanê yên Polat û Tanriverdî derkevin'
Kedkarên cemaweriyê ji ber girtina mamoste Nûrsel Tanriverdî û Selvî Polat daxuyaniya çapemeniyê dan û gotin: “Em ê xwedî li mafê berxwedanê yên mamoste Polat û Tanriverdî derkevin.”
Kedkarên cemaweriyê ji ber girtina mamoste Nûrsel Tanriverdî û Selvî Polat daxuyaniya çapemeniyê dan û gotin: “Em ê xwedî li mafê berxwedanê yên mamoste Polat û Tanriverdî derkevin.”
Kedkarên cemaweriyê ji bo hevalên wan ên bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûn de (BHQ) ji kar hatin dûrxistin, piştî çalakiya li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê hatin destgîkirin û di 21'ê Tebaxê de hatin girtin, li Şaxa ÎHD'ê civîna çapemeniyê pêk anîn. Kedkaran ji bo Nûrsel Tanriverdî û Selvî Polat bên berdan, daxwazên xwe anîn ziman. Kedkaran li salona ÎHD'ê ya Stenbolê civîn pêk anîn û pankarta “Daxwaza kar û kedê ne sûc e" vekirin. Gelek endam û rêveberên sendîkaya cemaweriyê amade bûn. Ewil parêzer Ferdî Yamar, anî ziman ku heta hilbijartinê tev li çalakiya kedkaran nebûn û piştî hilbijartin bi dawî bûn dîsa mudaxaleyî çalakiyan kirin. Yamar, anî ziman ku girtina Polat û Tanriverdî li dijî hiqûqê ye û tu sûcê wan ê bê girtin tune ye. Yamar, da zanîn ku kedkaran 200 metre nêzî qadê nakin û qad li kedkaran qedexe kirine û wiha got: "Ev qedexe li dijî hiqûqê ye. Ji ber ku mafê xwe yê bêdengiyê parastin hatin girtin. Ji bo muwekilên min bigirin pir xebitîn. Muwekilê me rastî muemeleya xerab hat. Dadger dibêje em berdin wê biçin. Hiqûq nikare şîroveyeke wisa bike. Ev biryarek polîtîk e. Dixwazin tirsê ava bikin. Em vê biryarê qebûl nakin."
Serokê 1'emîn Şaxa Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) ya Stenbolê Dûrsûn Dogan jî diyar kir ku AKP bi sedema hewldana darbeyê hemû zagon ji holê rakiriye û her tiştî li gorî xwe bi rê ve dibe. Dogan, xwest Nûrsel Tanriverdîû Selvî Polat bên berdan.