'Em ê te bikujin, haya kesî wê jê çênebe'

Lîder Polat ku li Stenbolê ji aliyê kesên ku xwe weke polîs didan naskirin hate revandin û 5 setan di hundirê wesayitê de êşkence lê hate kirin, li gel êşkence û gefên lê hate xwarin got, "Ev lîstikên sivik nikare bi ciwanên Kurd."

Yek ji endamên Meclîsa Ciwanan a Stenbolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Lîder Polat, di 27'ê Cotmehê de li taxa Soganlik a navçeya Kartalê danê nîvro ji aliyê çare kesên ku xwe weke polîs dabûn naskirin hatibû revandin. Çend roj berê dîmenên dema revandinê hatin bidestxistin. Ji Kartalê heta Başakşehîrê di hundirê du wesayitên cuda de êşkence û tundiya psîkolojîk li Polat hate kirin. Polat ne kesê destpêkê ye ku hate revandin û êşkence lê hate kirin. Di nava 6 mehan de 5 kes bi vî rengî nava rojê hatin revandin, zexta sîxuriyê lê hatin kirin, ji ber ku qebûl nekirin li wan hate xistin û li ser rê hatin danîn.

Dema revandina Polat û bûyerên ku piştre qewimîn, rêbazên JÎTEM'ê yên salên 1990'î yên li Kurdistanê anî bîra mirovan. Polat ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku li hundirê wesayita zirxî kesên ku xwe weke endamên îstîxbaratê didan naskirin, li wî xistine û mîna salên 1990'î jê re gotine, "Em li vê derê te bikujin wê haya kesî jê çênebe. Dewletê ev erk daye me. Dewlet li pişt me ye."

MEZINÊN KESÊN KU POLAT REVANDIN KÎ NE?

Polat êrişa ku wê rojê lê hate kirin vegot: "Dema ku ber bi Metroyê ve dimeşiyam, yekî ji pişt ve xwe nêzî min kir û bi gotina 'îfadeya te heye' xwe avêt ser min. Min kir qîrîn û jê pirsî 'hûn kî ne'. Çar kesan gotin ku divê li emniyetê îfadeyê bidim, bi ser min ve meşiyan û ez xistim hundirê wesayitê. Li hundirê wesayitê jî bi kelepçeya plastîk destê min girê dan, rûyê min girtin. Bi qasî saet û nîvekê em di rê de bûn, lê min tiştek nedît. Piştre, texmîn dikim ku min xistin hundirê wesayiteke zirxî. Ew kes jî hatin guhertin.

Ji min re gotin, 'Em ê te bibin gel kekên xwe, li pêşberî wan bi hurmet be. Çi gotin, divê tu bike'. Bi vî rengî gef li min xwarin. Wan kesan gotin ku ew ji îstîxbaratê hatine. Pirsîn, 'Tu çima di nava HDP'ê de ye?' Gef xwarin û gotin, 'Em ê nehêlin tu li vir bimîne, tu rehet nasekine, divê tu biçe gundê xwe'. Min jî bi israr ji wan re got ku ez xebatkarekî ji rêzê yê HDP'ê me. Wan jî li min dan. Kincên min hemû ji min kirin, min tazî kirin. Sê saetan li min xistin. Di dawiya rojê de saet derdora 5'an çavên min girtin û li Başakşehîrê min danîn ser rêyekê."

BI GOTINA 'DEWLET LI PIŞT ME YE' GEF XWARIN

Polat diyar kir ku di dawiya rê de kincên wî dane wî û got, "Kincên min dan min û gotin, 'Em diçin, tuyê piştî pênc deqeyan çavên xwe veke'. Wê demê jî alavên min ên şexsî hemû bi xwe re birin. Qerta min a krediyê û nasnameya min dan min. Gotin ku divê biçim gund. Ev hemû ji Kartalê heta Başakşehîrê qewimîn. Ji aliyê psîkolojîk ve wê demê bandor li min kirin. Yekemcar li tiştekî wiha rast hatim. Gotin, 'em ê te bibin emniyetê' lê tiştekî wiha nîne.

Ji min re gotin, 'Li qada daristanî bi hezaran kesên mîna te hene, em te li vir bikujin wê haya kesî jê çênebe'. Her wiha salên 1990'î bi bîr xistin û gotin, 'Dewletê erd daye me, dewlet li pişt me ye'. Henekê xwe jî bi min kirin û gotin, 'Ji bîr neke, dema ku tu ji vir derket biçe ÎHD'ê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Em ji bo vî karî pere distînin'."

'BI LÎSTIKÊ WIHA SIVIK NIKARIN BI CIWANÊN KURD'

Polat destnîşan kir ku ew li nava meclîsa ciwanan a partiyeke qanûnî dixebite û anî ziman, partiya ku ew li nav e ji ber ku di nava sîstema heyî de alternatîfek afirandiye, ew lê dixebite. Polat anî ziman ku bi taybetî xebatên meclîsa wan a ciwanan ên li dijî fûhûşt, dejenerekirinê û asîmîlasyonê wan aciz dike, lewma hêzên dewletê bi ser wan ve tê û got, "Xebatên me hêzên desthilatdariyê ditirsîne. Ji bo em ji rêya xwe vegerin êriş dikin. Ev yek ne tenê hate serê min. Di vê demê de li Stenbolê êrişî pênc hevalên me kirin.

Bi heman rengî gef xwarin û hewl dan çavên wan bitirsînin. Di salên 1990'î de em kêm bûn, lê belê niha bi deh hezaran e, bi milyonan e. Lewma niha bi heman rengî êrişî me dikin. Ji wan heye ku di encama zextê de em xwe ve vekişînin. Bi rêxistinbûneke hîn xurtir ez û hevalên xwe em ê karên xwe bidomînin. Li vê cografyayê tirs zûdeyî nemaye. Bi lîstikên wiha sivik nikarin bi ciwanên Kurd."