'Em ê nehêlin ku îradeya gelan bê desteserkirin'

Wekîla HDP'yî Besîme Konca li bajarê Saint Brieu yê Fransayê di civîna gel de axivî û got, "Em ê nehêlin ku Erdogan îradeya gelan desteser bike."

Li Ewropayê, karê HDP'ê yê ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê bi rengekî bê navber dewam dike.

SAINT BRIEU

Li bajarê Saint Brieu yê li rojavayê Fransayê, civîneke gel hate lidarxistin. Di civînê de ku li Komeleya Elewiyan pêk hat, Parlamentera Sêrtê ya HDP'yî Besîme Konca û Vesel Keser weke qiseker amade bûn.

Qisekeran işaret bi girîngiya têkoşîna hevpar a hêzên demokratîk kirin û gotin, Erdogan wê di hilbijartinê de ji aliyê gel ve, piştî hilbijartinê jî ji aliyê dadgehan ve bê darizandin.

Parlamentera HDP'yî Besîme Konca bang li hemû şoreşger, demokrat û dijberên şer kir ku li dora HDP'ê li hev bicivin, xwedî li sindoqan derkevin û got, "Em ê nehêlin ku Erdogan, MHP û partiyên din, îradeya gelên me desteser bikin."

MANNHEIM

Li bajarê Mannheim ê Elmanyayê, Koordînasyona Hilbijartinê li Altefeuerwacheyê standa hilbijartinê danî. Stand ji bo piştgiriya ji HDP û Selahattîn Demîrtaş re hate danîn û gelekî bal kişand.

Belavokên bi Elmanî, Kurdî û Tirkî li vir hatin xwendin û bi navê komîsyona hilbijartinê ya HDP'ê Cano Yildiz, parlamentera Die Linke Gokay Akbûlût, Hevseroka KCDK-E Fatoş Goksûngûr û Hevberdevkê HDK Mannheim Mehmet Yaman axivîn. Koordînasyona hilbijartinê ya Mannheimê wê heta hilbijartinê karê xwe bidomîne.