‘Em ê her roj li vir bin, serî nateweînin!’

Çalakiya nobedê ya malbatên li Gebzeyê, careke din hat astengkirin. Malbatan got, “Em ê sibe jî li vir bin”.

Malbatên berxwedêrên girtî ku li ber gitîgeha jinan a Gebzeyê çalakiya nobedê dayî destpêkirin, di roja 31’ê de dewam kir. malbatên li ber avahiya HDP’ê ya Gebzeyê li hev civiyan, ji bo ku biçin ber girtîgehê li wesayîtan siwar bûn. Lê belê nêzî girtîgehê polîsên Tirk rê birî û malbat sekinandin. Malbatan jî xwest ji wesayîtan peya bin û bimeşin. Lê belê polîs, dîsa malbat astengkirin û nehişt bimeşin.

Parêzer sînan Zîncîr, bertek nîşanî polîsan da û diyar kir ku ev pêkûtiya wan ne qanûnî ye, binpêkirina maf û hiqûqê ye.

Hevserokê HDP’ê yê Gebzeyê Ebubekir Çoban bertek nîşanî polîsên ku di ser dayikan de çûyî da, lê belê polîs gefa destgîrkirinê li Çoban û dayikan xwar.

Malbatan diyarkirin ku wê sibe jî çalakiya xwe bidomînin.