'Em ê hê bêhtir xwedî li şoreşa Rojava derkevin'

Hevalên şoreşgerên Tirkiyeyî yên di şoreşa Rojava de şehîd bûn diyar kirin, tevlîbûna li nava şoreşa Rojava wezîfeya şoreşgerî ya bingehîn e û gotin, "Em ê mîrateya li Rojava hate afirandin bînin Tirkiyeyê û encamê bigirin."

Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê, ku xwedî mîrateya piştevaniya enternasyonal e, bi şoreşa Rojava re vê mîrateyê nû dikin û li eniya Rojava li gel gelê Kurd mil bi mil şer dike. Gelek Tevgerên Şoreşger ên Tirkiyeyê, ku di bin navê Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî tevlî nava şoreşa Rojava bûne, heta roja îro gelek şehîd dane. Pêvajoya piştgiriya bi şoreşa Rojava re, ku bi Nejat Sûphî Agirnasli (Paramaz Kizilbaş) re dest pê kir, bi Bedrettîn Akdenîz, Azîz Guler dewam kir û bi Ayşe Denîz Karacagîl, ji fermandarên Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî Ûlaş Bayraktaroglû gihîşt roja îro. Ji hevalên van şoreşgeran, endamên Partiya Şoreşger (Devrîmcî Partî) Mûsa Pîroglû, Ozgur Sazlik û Yîgît Can Emîr ji ANF'ê re axivîn û destnîşan kirin, ku ew ê hê bêhtir xwedî li şoreşa Rojava derkevin û vê bigihînin Tirkiyeyê.

Pîroglû diyar kir, ji bo Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê; tevlîbûna li nava refên têkoşîna li Rojava, fedakirina canê xwe bi nasnameya enternasyonal û şoreşger ve eleqedar e û bibîr xist, ev yek rewşeke nû nîne.

Pîroglû bal kişand ser tevlîbûn şoreşgerên Tirkiyeyê li şerê li Rojava û got, Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê, bandoreke xurt li şikandina bêdengiya li pêşberî êrîşên dewletê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê kirine.

'SÛPHÎ NEJAT PÊŞÎ LI TEVLÎBÛNA LI NAVA ŞOREŞA ROJAVA VEKIR'

Pîroglû anî ziman, bi tevlîbûna şoreşgerên Tirkiyeyê li nava şoreşa Rojava re wan vejîna wijdan ji nû ve dîtine û bibîr xist, tevlîbûna li nava şoreşa Rojava kevneşopiyeke ku hatibû jibîrkirin ji nû ve zindî kir.

Pîroglû got, "Bi salan li ber me şerek diqewimî. Gelê ku ji me hebû em ê bi hev re rizgar bibin, gelek komkujî dît, lê em bêdeng man" û wiha dewam kir: "Rewşeke welê hebû, hebûna pirsgirêka Kurd bi xwe, demeke dirêj mijara nîqaşê bû. Ji bilî çend tevgerên sosyalîst, ku ne zêdeyî hejmara tiliyên destekî bûn, piraniya hêz û tevgeran ev rastî red kirin." Pîroglû destnîşan kir, pêvajoya Rojava û Kobanê ev rewş şikand û diyar kir, hebûna Sûphî Nejat a li wê derê, rê li ber wê yekê vekir ku sosyalîst û şoreşgerên Tirkiyeyî tevlî nava şoreşa Rojava bibin.

'HETA KU DERBASÎ TIRKIYEYÊ NEYÊ KIRIN, ENCAM NAYÊ GIRTIN'

Pîroglû got, girîng e mîrateya ku şoreşgerêön Tirkiyeyê bi şoreşa Rojava re derxistin holê bînin Tirkiyeyê û destnîşan kir, ku di rewşeke berevajî de encam nikare bê girtin.

Pîroglû işaret bi desteka dewleta Tirk a ji bo çeteyên Selefî kir û anî ziman, aliyekî şerê li wê derê li vir didome. Pîroglû destnîşan kir, ku ji ber vê yekê bi têkoşîna li vê derê were meşandin re, destketiyên li Rojava afirîne dikarin bên temamkirin.

'EM Ê MÎRATEYA ŞEHÎDAN MEZIN BIKIN'

Pîroglû destnîşan kir, ew ê li mîratya hevrêyên xwe yên li Rojava şehîd bûne xwedî derkevin, li ber xwe bidin û bang li gelên Tirkiyeyê kir, ku piştgiriyê bidin şoreşa Rojava û têkoşîna bi gelê Kurd re li Tirkiyeyê mezin bikin.

'ROJAVA CIHEKÎ ALTERNATÎFÊ EMPERYALÎZMÊ YE'

Ozgur Sazlik jî ragihand, tevlîbûna li nava şoreşa Rojava dewama kevneşopiyekê ye û diyar kir, di salên 60, 70 û 80'î de Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê hewl da erk û wezîfeyên xwe yên entenrasyonalîst bi cih bîne.

Sazlik destnîşan kir, wezîfeyeke şoreşgerî ya hemû şoreşgerên cîhanê ye ku li cem gelên bindest cih bigirin û got, "Ji ber ku berpirsyariyeke şoreşgerên Tirkiyeyê ye; bibin parçeyek ji pêvajoya şoreşgerî ya li Rojhilata Navîn, hevrêyên berê xwe dan Rojava."

Sazlik işaret bi girîngiya diyarker a Rojava kir, ku bûye qadeke têkoşînê ya alternatîfê emperyalîzmê û anî ziman, divê cihgirtina li cem şoreş aRojava weke wezîfeya bingehîn li pêşiya şoreşgerên Tirkiyeyê be.

'JI BEDRETTÎN HETA ÎBRAHÎM Û FERMANDAR ÛLAŞ, RASTIYEK TÊ NÎŞANDAN'

Sazlik diyar kir, şoreşa li Rojava, ku ji Nejat Sûphî û Bedrettîn Akdenîzan dest pê kir, bi Azîz Guler, Ayşe Denîz Karacagîl dewam kir û bi fermandar Ûlaş gihîşt roja îro, e rastî derxistiye holê; "Li ku devera cîhanê sîleyek li rûyê bindestekî bê xistin, em li wê derê li cem wî bindestî ne." Sazlik destnîşan kir, hevrêyên wan ên şehîd bûne, qutbûna ji çepa statîk a ji aliyê Mahîr û Denîzan ve hate afirandin dewam kirine û binê pîvana piştgiriya bi gelan re dagirtine.

Sazlik got, pêngava Rojava ji bo wan tê wateya pêkhatina vê qutbûnê.

'TÊKOŞÎNA LI ZANÎNGEHÊ Û TEVLÎBÛNA LI ŞOREŞA ROJAVA HEVDÛ TEMAM DIKIN'

Sazlik ragihand, ji bo bîranîn û dilsoziya bi hevrêyên xwe yên şehîd re, ew ê têkoşîna li Tirkiyeyê mezintir bikin û destnîşan kir, xwedîderketina li şoreşa Rojava berpirsyariya dîrokî ya gelên Tirkiyeyî ye. Sazlik da zanîn, têkoşîna li zanîngehê û tevlîbûna li şoreşa Rojava hevdû temam dikin û got, Azîz Guler diyalektîka navbera têkoşîna li zanîngehê û berxwedana Rojava nîşanî wan daye.

'EM Ê LI SER ŞOPA WAN BIN'

Yîgît Can Emîr jî anî ziman, bi şehadeta hevrêyên wan re faşîzma AKP'ê li Tirkiyeyê dest bi girtina hevalên wan kiriye û destnîşan kir, ti cudahiya AKP'ê ji DAIŞ'ê nîne. Emîr diyar kir, ew ê hem li Rojava, hem jî li Tirkiyeyê li dijî vê paşverûtiyê şer bikin. Emîr destnîşan kir, rizgariya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bi têkoşîna cangoriyên li Rojava dibe û got, "Em ê li ser şopa wan bin. Em ê xwedî li vê têkoşînê derkevin."