‘Em ê Ewropayê bikin qadên azadiya ji bo Ocalan’

Çalakiya li Strasboûrgê didome ya ku ji bo azadiya Ocalan hatibû destpêkirin. Endama Komîteya Amadekar a çalakiyê Medya Botan diyar kir ku ew ê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan li her derê belav bikin.

Çalakiya ji bo tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 23’ê Cotmehê de bi daxuyaniya hevpar a 63 saziyan li pêşiya avahiya CPT û Konseya Ewropayê hatibû destpêkirin. Ev çalakî di roja 53’emîn de didome.

Tê payîn ku îro li pêşiya CPT’ê daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî were dayîn. Gel serê sibehê ji Fransa, Elmanya, Belçîka, Hollanda û Swîsreyê bi otobusan berê xwe da Strasboûrgê.

Endama Komîteya Amadekar a çalakiyê Medya Botan diyar kir ku ew ê têkildarî bernameyên çalakiyê yên ji bo dema pêş daxuyaniyekê bidin û got, “Em ê hemû kolanên Ewrûpayê bikin qadên azadiya ji bo Ocalan.”

‘EM BERXWEDANÊ GEŞTIR BIKIN’

Botan axaftina xwe wisa domand, “Îro roja 53’emîn a çalakiyê ye. Tekane rêya şikandina konsepta li ser Rêbertî û tevgera me, geşkirina berxwedanê ye. Em ê îro li Strasboûrgê daxuyaniyeke çapemeniyê ya girseyî bidin. Em ê têkoşînê geştir bikin û li her dera Ewropayê belav bikin. Di vî warî de plan û biryardariyên me yên girîng hene. Li ser vî esasî em bang li hemû gelê xwe dikin ku bila tevlî nav têkoşînê bibin.”