'Em ê bi têkoşîna xwe layiqî şehîdan û gelê xwe bin'
Şagirtên Akademiya şehîd Rizgar Wan dewreya bi navê şehîd Egîd Cûdî bi şahiyekê bi dawî kirin.
Şagirtên Akademiya şehîd Rizgar Wan dewreya bi navê şehîd Egîd Cûdî bi şahiyekê bi dawî kirin.
Ji bo bi dawîkirina dewreya şehîd Egîd Cûdî, nivîskar Ronak Murad axivî û bi bîranîna salvegera 23'an a şehadeta Zîlan (Zeynep Kinaci) dest bi axaftina xwe kir.
Nivîskar Ronak Murad, li ser wate û girîngiya akedemiyê û kesayeta Zîlan got: "Ev roj ji bo tevahî jinên Kurd rojek pir pîroz e. Em niha du pîrozbahiyan bi hev re pîroz dikin, li aliyekî hevalên canfeda yên ku canê xwe fedayî vî welatî kirine, dawîkirina perwerdeya wan e. Yek jî salvegera hevaleke ku canê xwe ji bp welat parçeparçe kiriye da ku doza Kurdistanê û ya mirovahiyê bi ser bikeve. Ev pîrozbûna van her du munasebeta em li hevalan pîroz dikin. Ev bû 24 sal hevala Zîlan bi çalakiya xwe ya di her milî de kamilbûyî di nava gelê Kurd û hevrêyên xwe de tê bibîranîn û ev roj bi coş û moral tê pîroz kirin."
Ronak Murad bi domdarî got, " Rêber Abdullah Ocelan ev çalakî, çalakiyek felsefî û bîrdozî bi nav kir. Heval Zîlan, bi lêhûrbûneke têr a li ser jiyana azad biryara çalakiyeke wiha mezin dide. Ji bo ku planên dijmin ê wê demê li ser Rêber APO, gelê Kurd û tevgera azadiyê vala derbixe bi çalakiya xwe dewleta Tirk xiste nav tirseke mezin."
Ronak Murad bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Eger em xebatên xwe xurttir bikin, em ê rojek beriya rojekê azadiya Rêber APO misoger bikin. Heqê me çi ye? Welatek azad e, em ê bi keda xwe û bi têkoşînê bigihêjin azadiyê."
Her wiha Şagirtên akademiyê jî axivîn û gotin; "Em silavên xwe ji Rêber APO re dişînin, ji bo azadiya Rêber APO têkoşîna xwe em ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe bimeşînin. Di kesayeta şehîd Zîlan de tevahî şehîdan bi bîr tînin. Em di salvegara şehîd Zîlan de carek din soz didin ku em ê bibin layîqî xwedawenda jiyana azad Zîlan. Em pir kêfxweş in ku em di roja salvegara şehîd Zîlan de, dewreya xwe bi dawî dikin. Herî dawî jî em serketinê ji hemû hevalên xwe re dixwazin."
Di dawî de şargirtên akademiyê bi gerandina govendê û bi duruşmeyên 'Şehîd namirin', "Bijî Serok APO', 'Bê Serok jiyan nabe' şahiya xwe bi dawî kirin.