'Em ê 1’ê Mijdarê bersivê bidin qetlîamkeran'

Li Melbourne, ji ber komkujiya li Enqereyê AKP û Erdogan hatin protestokirin. Di çalakiyê de bang hat kirin ku 1’ê Mijdarê di sindoqan de bersivê bidin qetlîamkeran.

Li Melbourne, ji ber komkujiya li Enqereyê AKP û Erdogan hatin protestokirin. Di çalakiyê de bang hat kirin ku 1’ê Mijdarê di sindoqan de bersivê bidin qetlîamkeran.

Li bajarê Melbourne yê Awûstralya ji aliyê NAV-KURD, Navenda Çandê ya Anadolu û Komeleya Çandê ya Tirkiyeyiyan komkujiya li Enqereyê hat protestokirin.

Di çalakiya ku nêzî 500 kes beşdar bûn li Qada Federasyonê ya li navenda bajêr pêk hat. Di axaftinan de hat diyarkirin ku komkujî ji aliyê AKP’ê ve hatiye kirin.

Di çalakiyê de dirûşmên, "Qatil Erdogan", "Qatil TC" hatin gotin.

Huseyîn Tûran ê li ser navê HDP Melbourne axivî jî diyar kir ku wê 1’ê Mijdarê bersiva komkujiyê bidin û banga dengdanê li her kesî kir.

Çalakî ji aliyê yek ji kanalên girîng ê welêt SBS’ê ve hat weşandin. 

...