'Em daxwaza mirovên xwe yên bê kefen hatine veşartin dikin'

FEDA'yê ji ber salvegera darvekirina Seyît Riza û hevalên wî daxuyaniyek weşand û got, "Em daxwaza mirovên xwe yên bê kefen hatine veşartin dikin. Me ew ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin."

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), ji ber salvegera darvekirina pêşengên raperîna Dersimê Seyît Riza û hevalên wî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

FEDA'yê, Seyît Riza û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr anî û xwest, cihê gorên Seyît Riza û hevalên wî bê eşkerekirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tevî komkujî û sirgûna li Dersimê ji bo qutkirina civaka me ji dîrok, çand, bawerî û zimanê xwe hatin kirin jî, cewhera li axa me ya pîroz careke din zindî bû, li nava nifşên nû der bû û xwe gihand roja îro."

Di daxuyaniya FEDA'yê de hat destnîşankirin ku weke şopdarên pêşiyên xwe yên serî li ber zilmê netewandin, bi komarê re gelek zilm û komkujî li wan hatin kirin û hat gotin, "Di bin navê medeniyetê de polîtîkayên qirkirinê li ser me hatin ferzkirin. Di sala 80. a komkujiya Dersimê de em careke din zîhniyeta Ne Heq şermezar dikin. Di şexsê pîrê xwe Seyît Riza de bi rêzdarî bejna xwe li ber hemû cangoriyên xwe ditewînin."