Elmanyayê pêwîstî pê nedît ku agahiyê bide Kurdên tên şopandin

Elmanyayê, bi rengekî neyekser hebûna lîsteya duyemîn a MÎT'ê qebûl kir. Hikumeta federal di bersiva xwe ya ji bo pêşnûme pirsa Partiya Çep de îdîa kir ku pêwîstî pê nîne, Kurdên di lîsteyê de hene bên hişyarkirin.

Elmanyayê, bi rengekî neyekser hebûna lîsteya duyemîn a MÎT'ê qebûl kir. Hikumeta federal di bersiva xwe ya ji bo pêşnûme pirsa Partiya Çep de îdîa kir ku pêwîstî pê nîne, Kurdên di lîsteyê de hene bên hişyarkirin. Hikumet dibêje "Ji xwe ew dizanin ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên şopandin." Li gorî hikumetê, lîste parçeyek ji karê navneteweyî ye.

ANF'ê di 12'ê Gulana 2017'an de bi sernavê "Elmanya lîsteya sûîqestê ya MÎT'ê vedişêre" weşandibû. ANF'ê bal kişande ser serdana meha Adarê ya şêwirmenda Wezareta Karên Hundir a Elman Emîly Haber a li Enqereyê, ku di dema vê serdanê de MÎT'ê lîsteyek da wê û destnîşan kiribû, ku di ser radestkirina lîsteyê re 2 meh derbas bûne, lê hê jî kesên navê wan di lîsteyê de hene nehatine hişyarkirin.

Ev lîsteya ji rejîma Erdogan hate girtin, di 26'ê Nîsana 2017'an de li Komîsyona Karên Hundir a Meclîsa Federal bû rojev. Partiya Çep ku li Meclîsa Federal koma xwe heye, di 10'ê Nîsana 2017'an de li lîsteya ji MÎT'ê hate girtin pirsî bû. Hikumeta federal jî bi derengî bersiva pêşnûme pirsê dabû.

'PÊWÎSTÎ PÊ NÎNE KU YÊN DI LÎSTEYÊ DE HENE BÊN HIŞYARKIRIN'

Di bersiva 18'ê Gulana 2017'an a bi îmzeya Wezareta Karên Derve de, hikumeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel bersivên revokî da pirsên Partiya Çep ên li ser karê MÎT'ê yê li Elmanyayê.

Hikumeta federal bi rengekî neyekser qebûl kir, ku Kurdên li Elmanyayê dijîn, bi gumana 'sempatîzanên PKK'ê ne' ji aliyê dewleta Tirk ve tên şopandin û ev bersiv da: "Pêwîstî pê nîne ku yên tên şopandin bên agahdarkirin. Hikumeta federal di wê baweriyê de ye, ku kesên navborî ji xwe dizanin ku ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirk ve tên şopandin."

Bersiva ji bo pêşnûme pirsê bi îmzeya Şêwirmenda Wezareta Karên Derve Marîa Bohmer a ji CDU hate dayîn û ji bo lîsteyên dewleta Tirk ên dane Elmanyayê ev daxuyanî hate dayin:

"Lîsteyên ku hêzên ewlekariyê yên neteweyî û navneteweyî didin hev, parçeyek ji karê navneteweyî ye. Hêzên ewlekariyê yên Elman, bi baldarî û pîvanên tund, bersivê dide daxwazên partnerên xwe yên biyanî."

JELPKE: BERSIV, MIKURHATINA LI COTSTANDARTIYÊ YE

Ji wekîlên Partiya Çep ên pêşnûme pirs pêşkêş kir Ûlla Jelpke jî bersiva hikumetê weke "Mikurhatina li cotstandariya Elmanya ya li Kurdan û komunîstên Tirk" bi nav kir. Jelpke ji hêzên ewlekariyê yên Elman xwest, ku kesên di lîsteya MÎT'ê de cih digirin tavilê bi gotina 'Hûn ji aliyê îstîxbarata Tirk ve tên şopandin" werin hişyarkirin û ev daxuyanî da:

"Dema ku hin kes bi gumana alîgirê Gulen ji aliyê îstîxbarata Tirk ve hatin şopandin, hikumeta federal bi dengekî bilind protestoya xwe anî ziman. Lê belê dema mijar Kurd û komunîstên Tirk be, hikumeta federal dixwaze bêdeng bimîne. Divê ev kesên navborî werin hişyarkirin ku ji aliyê yekîneyên Tirk ve tên şopandin û lêgerîn. Di rewşeke berevajî de eger ev kes biçin Tirkiyeyê û tiştek bi serê wan ve were ya jî li Elmanyayê bibin qurbanê êrîşekê, wê hikumet berpirsyar be."

Nûçeya ANF'ê ya li ser mijarê:

https://anfkurdi.com/rojane/elmanya-listeya-suiqeste-ya-mIt-e-vedisere-80449