Elmanyayê dosya sîxurên MÎT'ê girt!

Dozgeriya Federal a Elmanyayê ragihand, ku vekirina lêpirsîna sîxuriya ji MÎT'ê re ya li DÎTÎB'ê betal kiriye.

Yekîtiya Îslamê ya Tirk a Karên Diyanetê ku li Elmanyayê bi qasî 900 mizgeftên wê hene, bi gelek belgeyan hatibû îspatkirin ku weke saziyeke îstîxbaratê ji rejîma Erdogan re dixebite. Bi rengekî berfireh ji raya giştî re eşkere bûbû ku endamên DÎTÎB'ê ku meleyên saziya Diyanetê ya dewleta Tirk in, der barê mûxalîfên rejîma Erdogan de agahî kom kirine û şandine ji MÎT'ê re.

Li ser vê yekê, der barê hin meleyên DÎTÎB'ê de sibata bihurî ji aliyê Serdozgeriya Elman ve li gorî xala 99'an a Qanûna Ceza ya Elman bi hinceta 'karên sîxurtiyê' lêpirsîn hatibû vekirin. 15'ê Sibata 2017'an, polîsên Elman avêtibûn ser malên meleyên sîxur.

Dozgeriya federal ku di vê lêpirsînê de qet gav neavêt, îro bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku dosya DÎTÎB'ê hatiye girtin. Dozgeriya ku navenda wê li bajarê Karlsrûhe ye, bi vî rengî dosya lêpirsînê ya der barê 19 wezîfedarên DÎTÎB'ê girt.

Dozgeriyê agahiyên li ser 5 kesên bi sîxuriyê tên sûcdarkirin 'bê wate' dît û agahiyên li ser 7 kesan jî hatin komkirin, ji aliyê 'delîlên sûc' ve têrker nedît. Dozgeriyê ragihandin ku 7 endamên DÎTÎB'ê yên mayî jî ji ber ku Elmanya terikandine pêwîstî bi lêpirsîna wan nîne.

Piştî ku ev rewşa DÎTÎB'ê li rojeva Elmanyayê bi cih bû, Sekreterê Giştî yê DÎTÎB'ê Bekîr Alboga meha Kanûnê li xwe mikur hatibû ku hin meleyan agahî kom kirine û tenê gotibû, 'ji ber vê yekê xengînim'.